Ana SayfaGIŞTÎPARLAMENTERA HDPÊ KONCA HAT GIRTIN

PARLAMENTERA HDPÊ KONCA HAT GIRTIN

Parlamentera HDPê ya Sêrtê Besîme Konca, îro li Êlihê hat desteserkirin ku beriya demekê ji doza ku dihate darizandin hatibû berdan, lê li ser îtiraza dozgeriyê derbarê wê de biryara zeftkirinê hatibû derxistin. Konca piştî derket pêşberî dadgehê hat girtin.

Parlamentera HDPê Besîme Konca îro li Êlihê hat desteserkirin.

Konca piştî ku derket pêşberî dadgehê hat girtin.

Konca beriya niha di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarî ya Êlihê dihate meşandin de di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2016ê de hatibû girtin.

Konca li 2yemîn Cezayê Giran a Êlihê ji ber sûcên “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar û propagandeya rêxistina terorê” bi awayekî girtî dihat darizandin.

Di 3ê Gulanê de di daneşîna dadgehê de bi şertê ku dernekeve ji derveyî welêt hat berdan, lê dozgeriyê îtiraz li vê biryarê kir.

3yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê li ser vê îtirazê, di 8ê Gulanê de derbarê Konca de biryara zeftkirinê derxist.

Di vê navberê de Meclîsa Jinan a HDPê bi daxuyaniyekê diyar kir ku divê Besîme Konca demildest bê berdan.

Besîme Konca kî ye?

Besîme Konca di sala 1970yê de li Mereşê hatiye dinê. Ji sala 1993yê heta sala 2004ê, 11 salan di girtîgehê de maye.

Di sala 2014ê de, bi doza KCKyê dîsa hat girtin.

Demekê li Komeleya Kongreya Jinên Azad xebitî. di hilbijartina 2015ê de ji HDPyê wek parlamentera Sêrtê hat hilbijartin.

Parlamenterên Girtî

Li gel Fîgen Yuksekdag a ku mafê parlamenterê û endamtiya partiyê jê hat standin 11 parlamenterên HDPê girtî ne. (YY/FD)

11 Parlamenterên Girtî

Selahattîn Demîrtaş – Hevserokê HDPê

Fîgen Yuksekdag – Hevseroka HDPê (Mafê Parlamenteriya wê û endamtiya HDPê di 21ê Sibata 2017ê de jê hat standin)

Idrîs Balûken – Parlamenterê Amedê

Selma Irmak – Parlamentera Colemêrgê

Gulser Yildirim – Parlamentera Mêrdînê

Ferhat Encü – Parlamenterê Şirnexê

Abdullah Zeydan – Parlamentera Colemêrgê

Ayhan Bîlgen – Parlamenterê Qersê

Çaglar Demîrel  – Parlamentera Amedê

Bûrcû Çelîk – Parlamentera Mûşê

Besîme Konca – Parlamentera Sêrtê

 

BiaNet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights