Ana SayfaGIŞTÎPARÊZERA DOZA KOBANÊ: PÊVAJO JI PARÊZERAN VEŞARTÎ TÊ BIRÊVEBIRIN

PARÊZERA DOZA KOBANÊ: PÊVAJO JI PARÊZERAN VEŞARTÎ TÊ BIRÊVEBIRIN

Ji parêzerên Doza Kobanê Nuray Ozdogan destnîşan kir ku pêvajoya Doza Kobanê ji parêzeran veşarî tê birêvebirin. 

Danîşina duyemîn a Doza Kobanê ku 28 jê girtî 108 siyasetmedarên ji siyaseta kurd tên darizandin bi dawî bû û şandeya dadgehê danişînek din taloqî 14’ê hezîranê kir. 

Danişîna duyemîn a dozê sê rojan berdewam kir. Di danişînê de parêzeran û siyasetmedarên girtî hêcetên reda dadgerî yek bi yek rêz kirin û gotin dewama girtina wan neheqiûqî ye. Ji parêzerên dozê Nuray Ozdogan di danişînê de axivîbû û destnîşan kiribû ku şandeya dadgehê bêyî parêzeran bi awayek veşartî îfadeyên şahidan girtiye. 

Nuray Ozdogan a ji destpêkê ve dozê dişopîne destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoyê ve dosyeya dozê bi awayek siyasî tê birêvebirin û ev yek ji aliyê her kes3i ve tê dîtin û got: “Şande wek temsîla siyasetê li hemberî me ye. Qey meriv dibêje teşkilata AKP’ê li hemberî me ye. Her tişt bêhiqûqî tê birêvebirin.” 

‘PROJEYA ÎQTDARÊ Û ŞIRÎKÊN WAN IN’ 

Ozdogan anî ziman ku siyasetmedarên tên darizandin û parêzeran daxwaza reda dadgerî kirine û wiha got: “Çimkî pir eşkere xuya dike ku wê darizandin bi vê şandeyê re neyê birêvebirin. Xeletî û bêrêbazî hene. Dixwazin pir zû bi dawî bikin û bi lezûbez ceza li miwkîlên me bibirin. Ev doz projeya îqtidara heyî û şirîkê wan e. Şande pir eşkere viya nîşanî me dide. Lê em ê destûr nedin armancên wan.” 

EWRAQ LI UYAP’Ê NAYÊN BARKIRIN 

Ozdogan da zanîn ku dosyeya Doza Kobanê gelek qelebalix e û divê çi ewraqên li dosyeyê werin zêde kirin bên kontrol kirin û di dosyeyê de gelek ewraq li ber çavê wan nakevin û ji ber dadgeh li pergala UYAP’ê bar nake ew nikarin bibînin. 

‘JI ME VEŞARTÎ BI RÊ VE DIBIN’

Ozdogan anî ziman ku şande dixwaze mudaxileya parêzeran a li dijî tiştên ne di rê de tên kirin asteng bike û ev yek metirsiyek mezin dide wan. Ozdogan destnîşan kir ku bêyî parêzeran îfadeyên şahidan tên wergirtin û îfadeyên gelek şahidên di dosyeyê de hatine wergirtin jî. Ozdogan anî ziman ku pêvajoya darizandinê ji wan veşartî tê birêvebirin û got: “A rast danişîn ne li eywana dadgehê pêk tê. Darizandin li cihek din bi rê ve diçe. Em tên vir îtîrazên xwe dikin. Lê tabloyek pir eşkere li ber çavan heye. Dadgeh di bin tesîrek polîtîk de ye. Em ji wan re dibêjin niha hûn li ser fermana îqtidarê vê dozê bi rê ve dibin. Ev îdiayek pir cidî ye. A rast sûcê herî mezin ev e. Tê îdiakirin ku siyasetmedarn sûc kiriye. Ji ber vê yekê divê hemû karûbarên dosyeyê were rawestandin û li ser pergala UYAP’ê were karûbar were kirin.” 

‘EV MIŞTEKÎ KÎ NE?’ 

Ozdogan diyar kir ku piştî derbasê esasê bû di hin rewşan de îfadeyên miştekî mimkin e li cih û dîrokên cuda de bê wergirtin û wiha got: “Lê niha pêvajoyek em nikarin kontrol bikin heye û tê birêvebirin. Dema îfadeyên miştekî tên girtin, ew miştekî li ku tê guhdarkirin, li kîjan dadgehan tê guhdarkirin, kengê tê guhdarkirin. Divê ku agahî li cem me hebin. Heke li dadgeha Enqereyê neyên guhdakirin jî belkî tiştek pir krîtîk bêjin, belkî tiştek ku miwekîlên me eleqedar dike bêjin, belkî ew ne miştekî ne jî. Gelo ew miştekî endamên AKP’ê ne an na? An jî ev çi ye? Ev krîterên pir girîng in. Ev miştekî kî ne? Helbet hin miştekî hene, em derbarê wan de tiştekî nizanin. Ji ber vê yekê agahiyan ji me direvînin, mîna ku danişînê li dar xistine dikin lê li aliyekî ve jî ew karûbarên veşarî dikin. Em ê destûr nedin vê yekê.” 

MA / Dîren Yûrtsever – Zemo Aggoz

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights