Ana SayfaKURDISTANDekarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin

Dekarasyona Newroza 2023’yan: Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin

KCD, TJA, DBP û HDP’ê starta Newroza 2023’yan bi deklarasyona “Em bi agirê Newrozê ve ber bi azadiyê ve dimeşin” da. Di deklarasyonê de wiha hat gotin: “Di vê Newrozê de êş û hêrsa erdhejê civakî bibe û weke milyonan biherike qada Newrozê.”

Newroza îsal ku dê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” bê pîrozkirin, diyarî kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn hate kirin. Starta Newrozê bi deklarasyonekê li Amedê hate dayîn. Deklarasyona Newrozê ya bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku Yekitiya Platforma Jinên Kurd, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Azadî û Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) jî îmze kirin, li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya li Sûra Amedê hate ragihandin. 

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PDK-T’ê Mehmet Emîn Gardaş, endamê Meclisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Alî Haydar û ji Tevgera Azadî Cemal Sati tev li daxuyaniyê bûn. 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz diyar kir ku dê starta Newrozê bidin û wiha got: “Bi hezaran sala ye Newroz weke roja vejîn, serhildan û azadiyê tê pîrozkirin. Lê ji ber erdhejê em Newroza îsal bi êşeke mezin pêşwazî dikin. Em bernameya Newroza îsal diyarî qurbaniyên erdhejê dikin.” 

Aydenîz, diyar kir ku Newroza îsal dê li 43 navendan bê pîrozkirin û agirê ewil ê Newrozê jî li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bê vêxistin. Aydenîz, destnîşan kilr ku dê li gelek navendan agirê Newrozê bê gurkirin, ji îktîdarê hesab were pirsîn û dê di 17 û 18’ê adarê de jî çalakiyên bîranînê li dar bixin. 

Deklarasyon ji hêla Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ve hate xwendin. 

Deklarasyona Newroza 2023’yan wiha ye: 

“Bi dilekî xemgîn lê bi hêvî û bawerî em Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Erdheja Mereşê li 11 bajaran bandoreke mezin li ser 15 milyon kesî kir. Em bi êş û jan û bi şîn Newroza 2023’yan pêşwazî dikin. Pêdiviya piştgirî û piştevaniyê ji her demê zêdetir e.

Bi erdheja Mereşê, careke din hat dîtin ku heqîqeta bi salan e em ji bo wê têdikoşîn piştrast bû. Ew heqîqet jî ev e; desthilatiya navendî li hemberî feraseta rêveberiyên herêmî têk çû. Ev model bi erdhejê re careke din aşkera bû. Li hemberê pergala navendî, îro pêdivî zêdetir bi pergala herêmî heye.   

XUYA BÛ KU EM TENÊ BI PERGALA RÊVEBERIYA XWESER RIZGAR BIBIN

Bi erdhejê re me dît ku ev pergala giran, ev burokrasiya riziyayî, xisarên mirovî zêdetir kirin. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku rêveberiyên herêmî tesfiye kir, bû sedema van encaman. Feraseta otorîter bingeha vê têkçûnê ye. Li aliyê din jî piştgirî û piştevaniya piştî erdhejê derket holê bandoreke mezin li ser ruhê yekitiya neteweyî ya kurdan kir. Derket holê ku tenê bi pergala xweseriya demokratîk em dikarin rizgar bibin û paradîgmaya komara demokratîk ava bikin.  

EM TECRÎDA LI SER OCALAN QEBÛL NAKIN

Ruhê Newrozê ruhê coş û vejînê ye. Em her sal Newrozê bi vî ruhî pîroz dikin, lê em ê di Newroza îsal de bi zêmar û lawjeyan hemû qurbaniyan bi bîr bînin. Kerb û kîna me zêde ye, êşa me giran e. Lê em ê bi ruhê serhildana Kawa ya li hemberî Dehaqê zalim, hesabê ji faşîzma AKP-MHP’ê bipirsin. Em di vê Newrozê de careke din tecrîda li ser birêz Ocalan qebûl nakin û em bang dikin ku ji bo birêz Ocalan rola xwe ya dîrokî bi cih bîne divê rojek berî rojekê tecrîd bê rakirin û divê hemû girtiyên siyasî bigihîjin azadiya xwe. Dîsa Newroza 2023’yan mizgîniya xelasiya ji desthilatiya AKP-MHP’ê ye. Em ê bi ruhê Newrozê amadekariyên xwe yên hilbijartina 2023’yan bikin û bi ser bikevin.

Siyaseta kurd; yek ji stûnên sereke yên stratejiya hilbijartinên 2023’yan e, banga me ew e ku bandora dezgehên siyasî yên rejîmê li Kurdistanê, li ser sindoqan, were şikandin û em careke din li qadên Newrozê yên ku bûne qadên azadiyê biqîrin ku şertê sereke yê Enqereya demokratîk, Amed a demokratîk û azad e. 

GUHERANDINA PERGALÊ BERPIRSYARIYA ME YE

Bi pergala rant, talan û gendeliyê, gelên me mehkûmî avahî û xaniyên riziyayî kirin. Di encama vê pergalê de gelên me zirareke mezin dîtin. Lê em vê pergalê qebûl nakin, gelên me qebûl nakin. Berpirsyariya me ya dîrokî û siyasî ew e ku em ê vê pergalê biguherînin û pergaleke birêkûpêk ava bikin. Bi taybetî em ê bi pêşengiya ciwanan û jinan û bi hêz û îradeya gelên xwe vê pergalê biguherînin. Em ê Newroza 2023’yan, bi vî ruhî pîroz bikin û her derê bikin qadên Newrozê.

DÊ BI RUHÊ YEKITIYA NETEWEYÎ LI QADAN BIN

Ji ber vê yekê bernameya Newroza 2023’yan, li ser van esasan hate amadekirin. Em ê îsal bi dilekî xemgîn, bi şîna deh hezaran kesan, bi kerb û kîn, lê bi ruhê Newrozê li qadan bin. Bobelateke mezin hate serê gelên me, lê em dîsa jî bi hêvî ne. Em ê bi ruhê yekitiya neteweyî û bi ruhê piştgiriyê ya ku piştî erdhejê derket holê, li qadan bin û hemû qurbaniyan bi bîr bînin.

Newroz; mizgîniya biharê, ahenga mirov û xwezayê ye, Newroz vejîn e. Em ê li dor agirê Newrozê germ bibin û careke din bibêjin edalet, aştî û azadî. Em dibêjin, ‘Her Der Newroz, Her Dem Azadî’ û hemû gelên xwe dawetî qadên Newrozê dikin. Em di serî de Newroza gelê kurd û Newroza hemû gelan pîroz dikin. Em hêvî dikin Newroza 2023’yan bibe Newroza aştî, wekhevî û welatekî azad. 

Bijî Newroz!”

‘MEHA ADARÊ MEHA TÊKOŞÎNÊ YE’

Nûnera TJA’yê Gulcîhan Şîmşek jî piştî daxuyaniyê axivî. Şîmşek di serî de ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê sersaxî xwest û wiha got: “Di dema erdhejê de gelê me yekitiyeke xurt nîşan da. Lewre em ê wê yekitiya xwe di Newrozê de birêxistin bikin. Meha adarê meha têkoşînê ye. Di 8’ê Adarê de jinan got ‘Dem dema jin jiyan azadiyê ye.’ Ev dirûşm, xwedî felsefeyek kûr e. Çawa ku li Rojhilat bi hezaran bi vê dirûşmê têkoşîna xwe mezin kirin, îro em bi wî ruhî têkoşîna xwe didomînin. Dilê me bi êş e lê em ê banga xwe ya têkoşînê bikin.”

Herî dawî jî sînevîzyona ji bo Newrozê hatiye amadekirin hate pêşkêşkirin û daxuyanî bi dawî bû. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights