Ana SayfaNIVÎSKARÊN8 ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Pîroz Be!..

8 ê Adarê Roja Jinên Cîhanê Pîroz Be!..

Nivîs: Abuzer Bali Han

Îsal dîsa 8 ê Adarê jinên cîhanê bi hevûdu re pîroz dikin. Bi yek dengî azadî, hekhevî û bratiya gelên cîhanê dixwazin! Jinên cîhanê li dijî çewisandin û bindestiya li welatên cîhanê yên ku li ser jinan zilm û zordariyê dikin wana hemiyan protesto dikin. Tevgera jinên cîhanê li dijî şerên cîhanê dibin, ewna radiwestin û şerxwazan bi tundî nepejirandina xwe (protesto) bi çalekiyên dikin nîşan didin!

Li welate me ne tenê jin, karker û gundiyên me jî di bin zilm û zordariya heyî de tên çewisadin!

Maf û dad jî bin pê dibin!.. Xwendin û karkirina jinan ker ku diçe dijwar dibe!.. Jiyan ji bo jinên Kurd her ku diçe roj bi roj dikeve bin xeterek dijwar û mezin! Li seranserê Tirkiyê ne tenê jin hemî mafên mirovan binpê dibin.

Bijî tevgera jinên cîhanê!

Her bijî wekhevî û bratiya  gelê Tirk û Kurd!

Bijî azadî, aşitî û bratiya gelan!..

8 Ê ADARÊ PÎROZ BE!

Ew meha, hîn meha Adar e!

Zivistan dawî bû, belê sar e!

Lê enbar û kulîng vala bûn,

Ne tirs e:Adar, dew li dar e!..

  8 ADARÊ 2023

-Abuzer Bali Han-

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights