Ana SayfaKURDISTANKomxebata Tifaqa Kurdistanî: Amedspor ne bi tenê ye

Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Amedspor ne bi tenê ye

Komxebata Tifaqa Kurdistanî diyar kir ku heke berpirsyarên êrişa li dijî Amedsporê neyên eşkerekirin, ev yek tê wê wateyê ku plangerê vê êrişê îktîdar bi xwe ye. 

Komxebata Tifaqa Kurdistanî têkildarî êrişa faşîst a li dijî Amedsporê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi wêne û pankartên hatine vekirin re xuyaye ku plana êrişa li dijî Amedsporê ji hêla hinek derdoran ve hatiye gerandin, meqseda çalakiya komeke alîgir derbas kiriye, êrişeke bi organîze ye. 

Daxuyaniya Komxebata Tifaqa Kurdistanî wiha ye: “Êrişa ku li Bursayê li dijî Amedsporê pêk hat, êrişeke ku ji aliyê hin koman ve hatibû plankirin nebû, ev êriş bi awayeke rêxistinî û bi armancên siyasî pêk hat ku dîmenên li ser pankartan û paşxaneya wan a dîrokî jî vê yekê eşkere nîşan dide. Li hêla din ve ev êriş nîşan dide ku zîhniyeta qetlîamkar a ku di salên 80-90’î de bi taybetî siyasetmedar, rewşenbîr-nivîskar,  karsazan û gelê kurd hedef girtiye, hîna jî bi awayeke bi hêz û hovane, bi qasî ku stadiyuma veguherîne qadên kaosê hebûna xwe diparêze.

TIRSA ME EW E KU EV BÛYER BELAV BIBIN

Desthilatdariya ku bi salan e siyaseta xwe bi rêya aloziyê pêk tîne, şirikê van bûyeran e û ev yek jî li ber çav e. Di vê serdema ku em ber bi hilbijartinên 2023’an ve diçin de, tirsa me ew e ku tişta li Bursayê qewimî li hemû welêt belav bibe. Êrişên ku bi şev li otêla ku lîstikvanên Amedsporê lê diman dest pê kir, li qada futbolê bi hevkariya alîgirên Bursasporê û hêzin ewlehiyê yên taybet ên futbolvanan berdewam kir.

BANGA ÎSTÎFAYÊ LI TFF’Ê KIRIN

TFF ya ku di bûyerên herî biçûk de biryaran digire, ligel êrişên rêxistinî, faşîst û nijadperest maç berdewam kir û ev yek jî nîşan dide ku TFF bi rêya talîmatan hewl daye ku êriş berdewam bikin. Em vê helwesta TFF’ê şermezar dikin û banga îstîfayê dikin. Divê bê zanîn ku me çawa di salên 90’î li hemberî êriş û polîtîkayên nîjadperestî serî netewand û teslîm nebûn, ji îro pê ve jî serî natewînin. Li dijî van êrişan em ê bibin parêzvanên mafên bingehîn ên mirovan, demokrasî, azadî, jiyana hevpar û daxwazên gelê xwe yên azadiya neteweyî.

PIŞTEVANIYA AMEDSPORÊ BIKIN

Ev bûyer bi dûrxistina çend polîsên ya ji peywirên wan nayê paşguhkirin. Heta ku berpirsyarên rastî neyên eşkerekirin desthilatdarî li pêşberî me û civakê berpirsyar, hêza plansaz bi xwe ye. Em ê heta dawiyê vê bûyerê bişopînin. Em vê êrişên nîjadperest ên li dijî Amedsporê bi tundî şermezar dikin û em bang li her kesî dikin ku piştgirî û piştevaniya Amedsporê bikin. Amedspor ne bi tenê ye.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights