Ana SayfaKURDISTANLi Amedê xelkê bi germî pêşwaziya tîma Amedsporê kir

Li Amedê xelkê bi germî pêşwaziya tîma Amedsporê kir

Li Amed a Bakurê Kurdistanê tîma Amedspor a ku rastî êrîşa alîgir û yarîzanên Bursasporê hatibû bi germî hat pêşwazîkirin.

Pêşwazîkirina xelkê Amedê ye li yarîzanên tîma Amedsporê ku ji lîstika Bursasporê vedigerin. Alîgir û xelk bi giştî hatine pêşiya Firokexaneya Amedê û li benda hatina tîma Amedsporê ne. Bi çoş û hêrs piştgiriya xwe diyar dikin û slogana berxwedanê bilind dikin.

Dayik bê hêrs e û dibêje tişta Bursasporê kiriye dijî mirovatiyê ye.

Dayikeke Amedî, “Em ji bo pêşwaziya Amedsporê hatine. Amedspor tîmeke ku ji erdjhejê derketibû û çû Bursayê. Futbol lîstika biratiyê û aştiyê ye, helwesta ku futbola Bursayê da nîşandan ne di mirovatiyê, ne di dadê de heye. Bila ew bên vir dê miletê Kurd bibînin ku Kurd çi însan in. Em heta mirinê terka tîma xwe nakin, ev eyba Bursasporê ye.”

Serokê Amedsporê jî di nav alîgirên tîma xwe de ye û girêdayî bûyerên doh ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, divê lîstik bihata betalkirin lê ligel hemû hewldanan nikarîbûne peywendiyê ligel Federasyona Futbolê ya Tirkiyê bikin.

Serokê Tîma Amedsporê Selahattin Yildirim got, “Me nikarî peywendiyê ligel Serokê federasyonê bikin. Lê wekîlê serok birêz Murat Aksu heye, ew bi xwe li derveyî Tirkiyê bû. Em ligel wî axivîn, xwest midexale bike lê me encameke erênî wernegirt.”

Li parêzgeha Bursayê doh Yekşemê tîmên Amedspor û Bursasporê hatin pêşberî hev lê ji êvarî ve guşarên ser tîma Amedsporê destpê kirin û di nav stadyumê de alîgir û yarîzanên Bursasporê êrîşî yarîzanên tîmê kirin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights