Ana SayfaGIŞTÎABORÎKêmtirîn mehane ji niha de di bin sînorê birçîbûnê de maye

Kêmtirîn mehane ji niha de di bin sînorê birçîbûnê de maye

Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (TURK-IŞ) encamên ‘Lêkolîna Sînorê Birçîbûn û Xizaniyê ya Kanûna Paşiyê ya sala 2023yan’ aşkere kiriye.

TURK-Iş ji bo “rewşa debarê” nîşan bide van lêkolînan dike û her meh aşkere dike.

Li gorî lêkolîna dawî, malbateke ji çar kesan pêk tê, ji bo ku bikaribe bi rengekî baş debara xwe bike 8 hezar û 864 TL pêwîst e. Ev weke sînorê birçîbûnê tê penasekirin.

Dema mesrefên ji bo cil û bergan, mal (kirê, elektrîk, av, sotemenî), çûn û hatin, perwerde, tenduristî û yên mîna wê jî bixe ser, mehane 28 hezar û 874 TL pêwîst e. Ev jî weke sînorê xizaniyê tê nîşandan.

Kesên azib ên kar dikin jî ji bo ‘mesrefên xwe yên jiyanî’ divê mehane 11 hezar û 556 TLyî bidest bixin.

Li gorî encamên lêkolînê, kêmtirîn mehane ji niha de di bin sînorê birçîbûnê de maye. Sînorê birçîbûnê di meha Kanûna Pêşiyê ya 2022yan de 8 hezar û 130 TL bû. Di Meha Kanûna Paşiyê 734 TL zêdetir bûye û gihîştiye 8 hezar û 506 TL. Ferqa di navbera wê û kêmtirîn mehaneyê de bûye 358 TL.

Lêkolînê derxistiye holê ku mesrefên ji bo xurekan tên kirin, di meha Kanûna Paşiyê de ji sedî 9,2 zêdetir bûye. Li gorî vê encamê, di salê de enflasyona xurekan gihîştiye ji sedî 108. (HA/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights