Ana SayfaKURDISTANDaxuyaniya hevbeş a civîna PDK û YNKê

Daxuyaniya hevbeş a civîna PDK û YNKê

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) têkildarî civîna îro ya herdu partiyan li Silêmaniyê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Piştî çend mehan aloziyên siyasî, şandên PDK û YNK îro Şemiyê 28ê Çileya 2023yan li bajarê Silêmaniyê civiyan.

PDK û YNK piştî civînê daxuyaniyek hevbeş belav kirin û diyar kirin ku di civînê de rewşa giştî, nakokiyên navxwe, navçe hatin gotûbêjkirin, têbîniyên her du aliyan li ser çend mijaran hatin guhdarkirin.

Li gor daxuyaniyê herdu aliyan li hevkirin ku di nêzîktirîn dem de careke din li hev bicivin.

Daxuyaniya hevbeş PDK û YNKê wiha ye:

“Bi armanca gotûbêjkirina mijarên girêdayî bi rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê, danûstandinan li ser nerîn û helwestên çend mijaran, şandeyên bilind PDK û YNK li baregeha polîtburoya YNK li Silêmaniyê civiyan.

Rewşa giştî, nakokiyên navxwe û navçe hatin gottûbêjkirin, têbîniyên her du aliyan li ser çend mijaran hatin guhdarkirin.

Di dawiyê de herdu aliyan li hev kirin ku di derfeteke nêzîk de civîneke din a herdu şandan encam bidin.”

Aloziyên di navbera PDK û YNKê de, di 7ê Cotmeha 2022an de piştî ku li Hewlêrê du bomb di otomobîla Hawkar Caf de teqiyan û canê xwe ji dest da ku ew berê Berpirsê Dezgeha Zanyarî û Dije Teror a YNKê li Neynewayê bû lê nêzîkî 7 mehan bibû ku dest ji kar kişandibû.

PDK û YNK du pêkhateyên sereke yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û ji ber lihevnekirina wan, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de nehat kirin û di Cotmeha borî de, mehek beriya bidawîhatina vê xula parlamentoyê, bi piraniya dengên parlamenteran, dema wê xulê heta dawiya îsal hat dirêjkirin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights