Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊDi sala 2022yan de herî zêde ji Tirkiyeyê serî li DMMEyê dane

Di sala 2022yan de herî zêde ji Tirkiyeyê serî li DMMEyê dane

Di sala 2022yan de li ser hev 45 hezar û 500 caran serî li DMMEyê dane. Li gorî salek berê ango li gorî sala 2021yê rêjeya serlêderan ji sedî 3 zêdetir bûye.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daneyên dozan ên sala 2022yan aşkere kirine.

Li gorî van daneyan, di sala 2022yan de herî zêde ji Tirkiyeyê serîla DMMEyê dane ku rêjeya wê 26,9 e.

DMMEyê derbarê serlêdanên hatine kirin û biryar ji bo wan hatine dayîn de jî dane weşandiye ku li gorî vê di salekê de li ser hev 80 biryar hatine dayîn û di 73yan de biryar hatiye dayîn ku bi kêmanî carekê maf hatiye binpêkirin. Di pênc biryaran de jî hatiye diyarkirin ku maf nehatine binpêkirin.

Li gorî biryaran ev maf hatine binpêkirin:

Binpêkirina mafê jiyanê (1), Binpêkirina berpirsiyariya lêpirsînê ya bibandor (4), binpêkirina qedexeya pêkanînên dijmirovî û biçûkxistinê (6), Binpêkirina mafê azadî û ewlehiyê (27), Binpêkirina mafê dadgehkirina adil (16), Bicihneanîn (3), Binpêkirina rêgeza “cezayê neqanînû nabe” (1), Binpêkirina mafê nepenîtiya jiyana malbatî û jiyana taybet (4), Binpêkirin azadiya raman, bawerî û olî (1), Binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê (8), Binpêkirina azadiya civîn û birêxistinbûnê (6), Binpêkirina mafê serlêdanê ya ji bo rêyeke qanûnî ya bibandor (2), Binpêkirina qedexeya cidakariyê (1), Binpêkirina mafê malk û milkan (20), binpêkirina mafê hilbijartina azad (3).

Ji sedî 74 serlêdanên li benda bersivê ne, ji 5 welatan e

Di sala 2022yan de li ser hev 45 hezar û 500 caran serî li DMMEyê dane. Li gorî salek berê ango li gorî sala 2021yê rêjeya serlêderan ji sedî 3 zêdetir bûye ku di wê salê de 44 hezar û 250 caran serî li Dadgehê dane. Di sala 2022yan de li ser hev biryar ji bo 39 hezar û 570 serlêdanan hatiye dayîn.

Seroka DMMEyê Siofra O’leary li bajarê Strazbûrgê yê Fransayê civîneke çapemeniyê li dar xistiye û daneyên navborî bi raya giştî re parve kirine. Li gorî van daneyan, 74 hezar û 650 dosye li bendî encamdanê ne. Ji van sedî 74 jê ji Tirkiye, Rûsya, Ûkrayna, Îtalya û Romanyayê ne. (SD/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights