Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊRojnameger Sînan Aygul serbest bûye

Rojnameger Sînan Aygul serbest bûye

Rojnameger Sînan Aygul li ser giliyê Vahît Kîler, Parlamenterê Bedlîsê yê AKPê hatibû desteserkirin. Aygul gotiye, “Heta ku neheqî, bêhiqûqî û gendeltî hebe ez ê bêdeng nebim.”

Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul, li ser giliyê Parlamenterê AKPê yê Bedlîsê Vahît Kîler şeva din hatibû desteserkirin.

Aygul, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye ku ew li Tetwanê hatiye desteserkirin, piştre birina navenda Bedlîsê û li wir jî mafê xwe yê bêdengbûnê bi kar aniye.

Her weha Aygul diyar kiriye ku ew bi heqareta li parlamenterê AKPê tê tohmetbarkirin.

Aygul bi kurtasî wiha gotiye: “Hemû prosedûrên desteserkirinê hat pêkanîn. Lê belê di deriyê nezaretxaneyê de biryar hat guhertin. Ez hatim berdan. Nizanim bê ka çi çêbû.”

Di berdewamê de Aygul ev tişt anîye ziman: “Ji ber bazirganiya Kîler a bi Banqeya Halkê re, cihên Kîler ji OSB’ê kirîn û dizîna deriyê cemiyeta me gilî hatiye kirin. Min gotiye deriyê me hatiye dizîn lê Vahît Kîler li xwe girtiye û çûye giliyê min kiriye. Heta ku neheqî, bêhiqûqî û gendeltî hebe ez ê bêdeng nebim.”(TY/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights