Ana SayfaKURDISTANSerokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî serdana Amerîkayê daxuyanî da

Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî serdana şandeya Amerîkayê daxuyaniyek da. Serokatiyê ji bo çareseriya pirsgirêkên li Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji her demê zêdetir pêdivî bi yekrêzî û hevkariya hemû aliyan heye.

Şandeyeke Amerîkayê bi serokatiya Nûnerê Emerîka yê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê Brett McGurk, serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li gel berpirsên PDK’ê û YNK’ê hevdîtin kirîbûn. Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî vê hevdîtinê daxuyaniyek nivîskî da.

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê wiha ye: “Em girêdanbûna xwe bi pêwendiyeke bihêz û berhemdar a dualî ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ligel hikûmeta Amerîka li ser bingeha lihevkirina çarçove ya stratejîk dubare dikin. Herêma Kurdistanê rûbirûyê rewşek nediyar û çendîn pirsgirêkan e. Îro ji her demê zêdetir pêdiviya me bi yekrêzî û hevkariya di navbera hemû aliyan de heye, bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku bi hev re pêşeroja herêmê di destê wan de ye.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê ev bang li hemû hêzên siyasî kir: “Nakokiyên xwe bidin aliyekî û bi diyalog û ji hev têgihiştinê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Ya ku me dike yek ji ya ku me ji hev vediqetîne pir mezintir e. Ji bo vegerandina aramî û yekrêziyê, ji bo parastin û pêşxistina berjewendiyên hemwelatiyên Herêma Kurdistanê, divê em hemû bi berpirsyarî tevbigerin. Herwiha em pêşwaziyê li pêşkeftinên berdewam ên di çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de dikin. Tevî zehmetiyên berê, lê em geşbîn in ku di çarçoveya destûra Iraqê de, em dikarin pirsgirêkên hilawîstî ligel Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û kabîneya wî çareser bikin.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights