Ana SayfaKURDISTANLi 11 dibistanên Şemzînanê Kurdî dersa bijarte ye

Li 11 dibistanên Şemzînanê Kurdî dersa bijarte ye

Şewket Herkî / RUDAW

Şemzinan û Rubarok weke du navceyên bi ser parêzgeha Colemêrgê di mijara dersa Kurdî de navçeyên herî pêşkevti ne. Li Şemzinan û Rubarokê nêzîkî 3 hezar xwendekar dersa Kurdî dixwînin û pêşbînî tê kirin ku ev hejmar sala pêşiya me bibe 4 hezar xwendekar.

Di mijaran xwendina dersa Kurdî de Şemzina u Rubarok û gundên wan navceyan xwedî cihekî taybet in. Li her du navceyan 2 hezar û 805 xwendekar li 14 dibistanan dersa kurdî dibînin.

Mamoste Miradxan Şemzînî got “Li Şemzina ji 15 dibistanan 11 dibistan, li Rubarokê ji 9 dibistanan 6 dibistanan dersa Kurdî helbijartine heya niha jî yên ku ji mijara agahdar nebin jî hene niha derdora 3 hezar xwendekar hene lê em pêşbînî dikin ku sala pêşiya me hejmar bigehe 4 hezar xwendekaran.”

Navceya Şemzina li aliyeki kempîna helbijartina dersên Kurdî li aliye din jî ji bilî dibistanan li komeleyan jî xwendina dersa kurdî berdwam e.

Gulnam Yuce dibêje “Zimanê me nasnameya me ye, li îdareyên fermî u li gelek cihan qedexe li ser zimanê me heye, min dixwast ku min di hemu astên perwerdê de bi Kurdî bixwînim û malbata min jî rêzamana Kurdî bizane eger zarokên min hebin ez ê wan jî bişînim dersa Kurdî”

Hasan Keskin anî ziman “Pêwîste herkes zarokên xwe bi Kurdî bide xwendin pêwîste zarok fêr bibin temenê 30 sal in ez dereng mame, ez xemgin im, lê eger zarokên min hebin ez e 4-5 salî bişînim dersa Kurdî”

Safiye Avci ragihand “Ez gelek dixwazim zarokên min dersa Kurdî bixwînin, îsal zarokeke min di pola 7 de dersa Kurdî dibîne lê zarokên min yên din ji ber ku hêj biçûk in dersê naxwîninê.”

Şemzina piraniya karên kempîna helbijartina dersên kurdî û karên vekirina kursan bı destê Komeleya Sabri Baran Ozel birêve diçin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights