Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊJi ber kuştina bigûman a li girtîgehê doz vebûye

Ji ber kuştina bigûman a li girtîgehê doz vebûye

Ji ber mirina bigûman a Yilmaz Ekinciyî, bi tohmeta ku “karê xwe baş nekirine” doz li 5 gardiyanên Girtîgeha Aydinê vekirine.

Dozgeriyê derbarê mirina bigûman a Yilmaz Ekinciyê 28 salî de îdianame amade kiriye. Pêşiyê hatibû îdiakirin ku Yilmaz Ekinciyî di 13ê Kanûna Paşiyê ya 2022yan de xwe kuştiye lê paşê dîmenên kamerayan ên girtîgehê derketibûn holê û di wan di dehate dîtin ku wezîfedaran Ekîncî bi darê zorê birene odeya kontrolê.

Li gorî nûçeya MAyê, di îdianameyê de dozgerî gardiyan Cem A., Mehmet E. D., Mûstafa Î., Omer G. T., û Taşkin G. tohmet kiriye û gotiye “karê xwe baş nekirine.”

Girtîgeh: Bi benê pêlavê xwe daliqandiye

Dozgerî di îdianameyê de behsa wê raporê kiriye ku rêvebiriya girtîgehê ji bo kuştina Yilmaz Ekinciyî amade kiriye. Di raporê de rêvebiriyê ji bo dîmenên kamerayan ên dema birina Ekînciyî de gotiye, “Di dîmenan de hatiye dîtin ku Yilmaz Ekinciyî destê xwe yê çepê ji bo demeke kurt vekiriye û li nava kefa destê xwe yê çepê neriye, li gorî baweriya me di kefa destê çepê yê Yilmaz Ekinciyê mirî de tiştekî rengtarî heye. Diyar bûye ku ev tişt benekî pêlava Yilmaz Ekinciyî ye ku di fotografê 28an de hatiye nîşandan. Wî bi herdu destên xwe du sê caran ev ben li hev civandiye û di destê xwe yê çepê de veşartiye.”

Di îdianameyê de dozgerî diyar kiriye ku gardiyan Cem A., Mûstafa Î. Û Taşkin G.yî benê tê îdiakirin Ekînciyî di destê xwe de veşartiye nedîtiye, Mehmet E. D.,yê de yekeya “midaxeleyê de ye” li destê rastê yê Ekînciyî neriye lê li yê çepê nenêriye, erkdarê kontrolkirinê Omer G. T.yî di dema ketine odeya kontrolê re li gorî ku rêziknameyan li ser Ekînciyî negeriyaye.

Rêveberiya girtîgehê ji ber heman sedeman lêpirsîna her sê karmendan kiribû cezayê hişyarkirinê dabû wan.

Bersûcan tohmetbarî qebûl nekirine

Her pênc karmend duh (16ê Kanûna Paşiyê) li Dadgeha 1an a Asliye Cezayê ya Aydinê hatine dadgehkirin.

Cem A. di dema dadgehkirinê de gotiye bi fermana Aydin A.yî wî Yilmaz Ekîncî ji qawîşa wî hilgirtiye:

“Dema Yilmaz Ekîncî ji qawîşa C6ê derket, hevalên di yekeya kontrolê de, em li gorî rêzikan li ser wî geriyan. Di dema vê lêgeînê de me ti amûreke birînê, kunkirinê yan jî benê pêlavan nedît. Yilmazî ji Aydin A.yî re got ku ew naxwaze li qawîşê bimîne, Aydin A.yî ji me xwest ku em Yilmazî bibin odeya kontrolê ya rojek berê lê mabû. Dema me ew radest kir, li vir li ser wî geriyan. Omer G. bi xwe li vir lêgerîn kir.”
Karmendê bersûc Mûstafa Î.yî daxwaza beraeta xwe kir. Dozgerî jê pirsî û got ku, “Te dizanîbû meyla girtiyî ya xwekuştinê heye?”

Karmendî diyar kiriye ku rêvebiriya girtîgehê derbarê vê mijarê de ti zanyarî nadaye wan.

Bersûc Taşkin G.yî jî îdia kiriye ku ti sûcê wî nîne, ew dixwaze beraet bibe û beşdarî dadgehkirinan nebe.

Malbata wî giliyê berpirsan kiriye

Malbata Yilmaz Ekînciyî gotiye ku ew giliyê kesên berpirs dikin.

Parêzerê bersûcan îdia kiriye ku miwekilên wî bersûc in û erkdarê kontrolê ji eşyayên qedexe berpirsiyar in.

Parêzerê malbata Ekînciyî Îrfan Şafakî xwestiye ku li derbarê derblêdan û kuştina Ekînciyî de bila dadgeh li şahidan guhdar bike. Her weha xwestiye benê li emanetê ye û hatiye îdiakirin ku di dema bûyerê de hatiye bikaranîn bînin û li cihê bûyerê keşf bê kirin.

Heyeta dadgehê biryar daye ku ji rêvebiriya girtîgehê re nameyekê binivîsin û ji wan bixwazin bê ka Yilmaz Ekînciyî hewl daye xwe bikuje û meyla wî ya xwekuştinê heye yan na. Daxwaza guhdarkirina şahidan û keşfê qebûl nekiriye. Dadgehkirin wê di 28ê Adarê de dewam bike.

Çi bûbû?

Yilmaz Ekinciyê 28 salî yê ji navçeya Hîzana Bedlîsê ye, ji ber bûyereke par di meha Tîrmehê de bûye, bi tawana “birîndarkirinê” hatibû girtin û ew xistibûn Girtîgeha Tîpa Eyê ya Aydinê. Di 13ê Kanûna Paşiyê de cî hatibû îdiakirin ku wî xwe kuştiye.

Rêveberiya girtîgehê îdia kiribû ku Ekinciyê bejna wî mitro û 70 santîm e, xwe bi hesinê deriyê qawiyê ve daliqandiye ku bilindahiya hesinî mitro û 48 santîm e. Ji malbata wî re gotiye, “Psîkolojiya Ekinciyî têk çûye.”

Ji ber ku dîmenên kameraya ku deriyê odeya çavdêriyê dibîne, ew odeya cenazeyê Ekinciyî jê derketiye nedane malbatê û di zanyariyên derbarê bûyerê de nakokî hene, bawerî bi îdiayan neaniye.

Piştî mirina bigûman, Serdozgeriya Komarî ya Aydinê lêpirsîn daye destpêkirin. Midûriyeta Girtîgeha Tîpa Eyê ya Aydinê jî derbarê bûyerê de raporek amade kiriye. Di raporê de hatiye îdiakirin ku Ekinciyî li qawişê bi dengê bilind dijûn kirine û ew birine odeyê û li wê odeyê xwe bi benê eşofmanî daliqandiye. (AS/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights