Ana SayfaCÎHANÎro Roja Dayikbûna Martin Luther King E

Îro Roja Dayikbûna Martin Luther King E

Amerîkî îro Duşemê rojbûna rêberê mafên sîvîl Martin Luther King pîroz dikin û bi bernameyên taybet wî bi bîr tînin.

Serokê Amerîka Joe Biden jibo pîrozkirina rojbûna King, do Yekşemî çû eyaleta Georgia û serdana dêra Ebenezer Baptist Church kir.

Biden got ku di dema King de demokrasî di rewşeke xeter de bû, lê jîyan û tekoşîna King ji me re rêya rast nîşan da ku û divê em bala xwe bidin wê tekoşînê.

Biden, ku serokê yekê ye ser kar e ku sardana dêra Ebenezer Baptist Church kir, beşdarî ayîna sibê bû û gotarek pêkêş kir.

“Di vê rojê de ji gelê me re peyama min ew e ku em bi hevre pêşve herin û emê hember otokrasî, demokrasîyê bibijêrin. Emê hember kaosê, welatê xwe yê delal bibijêrin. Emê bawermendan û xewnan bibijêrin û bê tirs wan bi cîh bînin û bawerîya xwe biparêzin.”

Serok Biden got ku ew di nava tekoşîneke domdar ya navbera hêvî û tirs, kûbarî û zordarî û dadmendî û neheqî de ne.

Nav û dengê King di sala 1955’an de belav bû, piştî ku wî boykoteke serketî ya otobusên veguhastina giştî yên hikûmetî yên li bajarê Montgomery bi rê ve bir.

Di encama wê boykotê de, rêvebirîya bajarê Montgomery ya eyaleta Alabama neçar ma ku cudakirina rêwîyên reş li nav otobusan rawestîne.

King, jibo dawîkirina tundrêtîya dijî Amerîkîyên Afrîqî di salên 1950’an û 1960’an de rêbertîya xebateke aştîyane kir.

King yek ji bizavkarên mafên sîvîl yên herî navdar e ku xwe bona wekhevîya civakî canfêda kir, lê keda wî rê li ber gelek guhertinên dîrokî vekirin.

King, di sala 1963’an de gotareke navdar bi navê “I have a Dream”, anku “Xewneke Min Heye”, li Washingtonê, li pêş bi hezaran Amerîkîyan xwend.

King Xelata Nobel ya Aştîyê sala 1964’an wergirt, di heman salê de ku Serok Lyndon Johnson jî qanûna mafên sîvîl ya navdar îmza kir.

Martin Luther King di 4’ê Nîsana sala 1968’an de li bajarê Memphis ya eyaleta Tennessee hate kuştin, dema ku bo piştgirîya çalakîyeke protestoyî ya karkerên reş çûbû wî bajarî.

Di 22’ê Tebaxa 2011’ê de li paytext Washintonê peykereke taybet li ser rûmeta King hate vekirin.

Her sal Duşema sisêyan ya meha yek, Rêbendanê li Amerîka wek Roja Martin Luther King tê pîroz kirin û di vê roja betlana federalî de bo bîranîna wî gelek bernameyên cihêrengî têne darxistin.

“Tarîbûn nikane tarîbûne tune bike, tenê ronahî dikane wê yekê bike. Kîndarî nikare nefretê tune bike, tenê evîn dikane wê yekê bike,” gotineke wî ya navdar e ku di dil û bîra gelek kesan de zindî ye.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights