Ana SayfaKURDISTANPêşniyarnameya têkildarî hestiyên li Zîlanê nehatiye qebûlkirin

Pêşniyarnameya têkildarî hestiyên li Zîlanê nehatiye qebûlkirin

Pêşniyarnameya têkildarî hestiyên ku li Geliyê Zîlanê derketibû holê ya Parlamenterê Wanê yê HDPê Tayîp Temel weke “gotinên nexweş” nirxandine û qebûl nekirine.

Li Geliyê Zîlanê ku li Erdîşa Wanê ye di 13ê Tîrmeha 1930an de bi hezaran Kurd bi awayekî komî hatin qetilkirin. Bendava Koçkopriyê li ser çemê Geliyê Zîlanê hatiye avakirin. Piştî ku ava bendavê kêm bûye di 12ê Kanûna Pêşiya 2022an de gelek hestîyên mirovan derketine holê. Têkildarî hestiyan pêşniyarname ji bo lêkolînkirinê hatibû dayîn. Lê belê nehatiye qebûlkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê pêşniyarnameya têkildarî hestiyên ku li Geliyê Zîlanê derketibû holê ya Parlamenterê Wanê yê HDPê Tayîp Temel weke “gotinên nexweş” nirxandine û qebûl nekirine.  

Di bersiva Serokatiya Qanûn û Biryaran a Meclisê de hatiye gotin ku gotina; “ji salên 1930an ve demografya û avadaniya sosyo-ekonomîk a herêmê hate guherandin û ji salê 90î ve jî ji ber qedexe û şertên şer, gelê herêmê xizan bûye. Ji warên xwe hatine derxistin û li derdorên nebaş ên bajaran mehkûmî şertên giran ên jiyanê hatin kirin.” gotineke “xirap û nexweş” e.

Ajans 65an nivîsandîbû ku bendav 120 kîlometre dûrî navenda Wanê ye û 10 kîlometre jî dûrî navçeyê ye. Ava çemên herêma Zîlanê li vir kom dibin. Bendava Koçkopruyê di navbera salên 1978ê û 1992yê de li gundê Agaçorenê hatiye avakirin. Li ser bendavê Santraleke Hîdro Elektrîkê (HES) hatiye sazkirin ku di sala 2020ê de dest bi kar kiriye û piştî av li vê derê kom bûye, ava bendavê kêm bûye.

Serokê Şaxê Wanê yê Komeleya Mafên Mirovan (IHD) Mehmet Karataşî jî ji bianetê re gotibû, “Divê dozgerî xebatekê bike bê ka ew hestî yên mirovan e yan jî yên zindîwerên di in û divê lêkolînê li ser hestiyan bike. Rast e li wir qirkirinek pêk hatiye lê divê derbarê vê mijarê de xebateke berfireh bê kirin û rastiyên berbiçav derxin holê.”

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDPê û Parlamenterê HDPê Tayyîp Temel jî mijara hestiyên li parlamentoyê kiriye rojev. Temel têkildarî hestiyan pêşniyaznameya lêkolînê dabû Meclisê û bi bîr xistibû ku li herêmê Komkujiya Geliyê Zîlan qewimî ye û hestiyên li herêmê derketine holê demildest bên lêkolînkirin.

Qetlîama Zîlanê

Qetlîam di 13ê Tîrmeha 1930î de destpê kiriye û di encamê de 5 hezar gundî hatine kuştin û 44 gund hatine tunekirin. 

Rojnameya Cumhuriyetê di 16ê Tîrmeha 1930î de nûçeyek derbarê qetlîamê de çêkiribû û gotibû: “Li girên Çiyayê Araratê balafirên mi bombebaraneke xurt li dijî rêbiran pêk tîne. Çiyayê Agiriyê her gav di bin teqîn û agirî de dinale. Qertelên hesinî yên tirkan hesabê serhildêran paqij dikin. Newala Zîlanê hetiye ber hevê xwe bi cesedan tijî bûye.”

Nûçegîhanê nûçeyên taybet ê Rojnameya Cumhuriyetê Yusuf Mazharî di nûçeya xwe de gotibû ku li Newala Zîlanê 15 hezar mirov hatine kuştin. Li gorî hin çavkaniyan 47 hezar kes hatine kuştin. 

Piştî qetlîamê dest danîbûn li ser mal û milkên gundiyan. Gundiyan di sala 1950yî de ji bo mal û milkên xwe bi şûn de bistînin serî li Dadgeha Asliye Cezayê ya Erdîşê dabûn lê ti encamek bidest nexistibûn. 

(AS/AY)

Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights