Ana SayfaKURDISTANRêjeya Kurdan di nav artêşa Iraqê de diyar bû

Rêjeya Kurdan di nav artêşa Iraqê de diyar bû

Li gorî Komîsyona Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê, %2 ji artêşa Iraqê ji kurdan pêk tê. Hejmara efserên artêşê jî ji vê rêjeyê gelek kêmtir e. Rêjeya di nav rêxistinên ewlehiyê de bi qasî ji %1 e.

Cîgirê Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Segvan Yûsif ji Rûdawê re ragihand, “pişka Kurdan di artêşa Iraqê de gelekî kêm e, divê wek her warê din, di nava artêş û hêzên ewlehiyê de jî ji bo vegerandina hevsengiya navbera pêkhateyên li Iraqê kar bê kirin.”

Yûsif diyar kir ku li gorî texmînên Wezareta Plandanan a Iraqê, nifûsa Herêma Kurdistanê ji sedî 14ê nifûsa giştî ya welat pêk tîne û got, “Li gorî vê yekê divê em bi hev re kar bikin da ku rêjeyek guncaw di asta artêşê û yekîneyên ewlehiyê de hebe.”

Segvan Yûsif diyar kir ku rêjeya Kurdan di nava artêşa Iraqê de ji sedî 2 ye û got, “Hejmara efserên artêşê ji vê rêjeyê gelekî kêmtir e. Rêjeya Kurdan di rêxistinên îstixbaratî û ewlehiyê yên Iraqê de ji bilî artêşa Iraqê ji sedî 1 e.”

Yûsif diyar kir, “Di dema borî de hejmara kurdan di nav artêş û saziyên ewlehiyê yên Iraqê de bi qestî hatibû kêmkirin û hinek cihên kurdan di nav dezgehên leşkerî û ewlehiyê de hatibûn standin.”

Cîgirê Serokê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê herwiha da zanîn ku li Iraqê derdora 380 ofîsên Kurdan hene ku di nav wan de yên leşkerî jî hene û got, 200 ji wan di nava sazî û rêxistinên ewlekarî yên girêdayî Wezareta Berevanî û Navxwe de ne.

Wî parlamenterê Kurd got, “Divê careke din ofîsa Serfermandariya Giştî ya Iraqê ji Kurdan re were vegerandin.”

Yek ji şert û mercên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo tevlîbûna kabîneya Mihemed Şîya El-Sûdanî ew bû ku budce û mûçeyên Pêşmerge bê dayîn, bên çekdarkirin û Pêşmerge jî weke beşek ji sîstema berevaniya Iraqê bê dîtin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights