Ana SayfaGIŞTÎABORÎLêkolînek: Ji sedî 71ê xelkê Tirkiyê ji aboriyê bêhêvî ne

Lêkolînek: Ji sedî 71ê xelkê Tirkiyê ji aboriyê bêhêvî ne

Li gor lêkolîna ku bi hevkariya PwC Tirkiye û Ipsosê hatiye kirin, %71 ji xelkê Tirkiyê ji siberoja aboriya welatê xwe bêhêvî ne û dibêjin rewş dê xirabtir bibe.

Encamên lêkolîna ku bi hevkariya PwC Tirkiye û Ipsosê ya bi navê “Lêkolîna Pêşbîniyên Bikarhêneran a 2022ê” hatin eşkerekirin.

Li gor lêkolînê, ji sala 2006an û heta niha cara yekem pêşbîniyên nerênî yên erênî derbas kirin.

Her li gor lêkolînê, rêjeya ku dibêjin dê rewşa aborî ya giştî (makro ekonomî) di salên bê de xirabtir bibe ji %50yî bo %71 zêde bûye, lê ji 3 kesan 2 dibêjin dê aboriya wan a kesayetî baştir bibe.

Sala 2022ê %22ê xelkê jî gotine tekez dê aborî baş bibe. Di demekê de ku ev rêje sala 2010ê %36 bû û sala 2016ê jî %43 bû.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights