Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊDadgeha Istinafê cezayê rojnameger Abdûrrahman Gok pesend kiriye

Dadgeha Istinafê cezayê rojnameger Abdûrrahman Gok pesend kiriye

9emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Herêmî ya Amedê cezayê girtîgehê yê li rojnameger Gok hatibû birîn “di cîh de” dîtiye û pesend kiriye.

Dadgeha Istinafê sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê yê li rojnameger Abdûrrahman Gok hatibû birîn pesend kiriye. Gok dîmenê kêliyên kuştina Kemal Korkût girtibû.

Danişîna biryardayînê ya doza rojnameger Abdurrahman Gok ku di Newroza 2017an a Amedê de wêneyên dema qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût kişandibûn, di 30ê Hezîrana 2022an de hatibû lidarxistin. 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya ku “propagandaya rêxistinê kiriye” sal û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dabû Gok.

Dadgehê ji ber nûçeyên Gok ên derbarê êrişa DAIŞê ya li ser Kobanê û parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî ên têkildarî van nûçeyan ceza birîbû.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê 9emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kiriye. Îstinafê îdia kiriye ku  “tu tiştekî nelicih tune ye” û biryara cezê bi yekdengî pesend kiriye.

Parêzerê Gok, Resûl Temûr biryara îstinafê nirxandiye û destnîşan kiriye ku cezayê ku li Abdurrahman Gok hatiye birîn derhiqûqî ye û her kes dizane ku dadgehê bi armancên hiqûqî tevnegeriya ye û xalên qanûnê cîbicî nekiriye.

Temûr daye zanîn ku ji ber ku di biryara dadgeha herêmî de pirsgirêk hebûye wan serî li îstinafê dane û gotiye ku serlêdana wan piştî 3 mehan hatiye redkirin. Temûr bilêv kiriye ku îtirazên wan ên di serlêdanê de, dîmenên nûçeyan ên ku bi daxwaznameyê re berpêşî dadgehê kirine esas nehatine girtin û hikmê biryara îstinafê nîne.

Her weha Temûr diyar kiriye ku ji ber  biryara navborî nehiqûqî û neqanûnî ye, dê serî li temyîzê bidin.

Çi bibû?

Kemal Kurkut ê 23 salî û ji Adiyamanê xwendekarê Beşa Muzîkê ya Fakulteya Huneran a Zanîngeha Înonuyê bû.

Di 21ê Adarê de di dema Newroza Amedê de di xala kontrolê de ya polîsan a li ser Kolana Evrim Alataş a li nêzîkî Park a Newrozê rastî gulebarana polîsan hat. Heta ku rakirin nexweşxaneyê Kurkut mir.

Walîtiya Amedê diyar kir ku di destê Kurkut de kêr hebû û “gumana xwekujiyê li ser wî hebû” û herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Bixwîne – Di lêpirsîna kuştina Kemal Kurkut de biryara veşarîtiyê hat standin

Paşê dihaberê hin fotograf bi raya giştî re parve kir ku di dema bûyerê de hatibûn kişandin. Di van fotografan de tê dîtin ku di destê Kurkut de kêr heye û jora laşê wî bê cil e. Kurkut ê ku bi polîsan re nîqaşan dike dest bi bazdanê dike û polîs guleyan bera hewayê dide. dihaberê nivîsand ku fermandarekî polîsan gotiye “gule bernedin” lê digel vê jî gule bera Kurkut hatiye dayin.

Walî Amedê Huseyîn Aksoy ji bo lêpirsîna kuştinê de got ku zanyariyên polîsan û dîmen tiştên cuda dibêjin û hewce bike ew ê biryarên weke jikardûrxistinê jî bistînin. Paşê du polîs ji hêla Walîtiyê ve jikar hatin dûrxistin û li ser daxwaza dozgeriyê biryara qedexeya weşanê hat standin. 

(AS/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights