Ana SayfaCÎHANJi Artêşa Amerîkayê li ser operasyona Tirkiyê ya dijî Rojava daxuyaniyek nû

Ji Artêşa Amerîkayê li ser operasyona Tirkiyê ya dijî Rojava daxuyaniyek nû

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) Michael Erik Kurilla ragihand ku rêgirîkirina li operasyoneke Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê girîng e.

Michael Erik Kurilla, di civîna agahdarkirinê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê de ku ji aliyê Navenda Medya Herêmî ya Dubai ve bi telefonê hat sazkirin axivî.

Kurilla derbarê egera operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de got: “Metirsî heye operasyon bibe sedema nearamiyê û dibe ku ewlehiya kampên li bakurê Sûriyê yên DAIŞî tê de ne bikeve rîskê. Ji ber wê ji bo kêmkirina aloziyê û rêgirîkirin li operasyona Tirkiyê, em çi bikin girîng e.”

Kurilla dibêje, ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) zexta li ser DAIŞê berdewam dikin û hefteya borî di nav de serkirdeyekî bilind hejmarek endamên DAIŞê hatine girtin.

Kurilla got: “Her çiqas hêza DAIŞê hatiye kêmkirin, lê îdeolojiya wan berdewam e. Li Sûriyê di kampan de 10 hezar çekdarên DAIŞê û li navendên Iraqê jî 10 hezar çekdarên DAIŞê hene. Kampên li Sûriyê ji aliyê HSDê ve tên parastin. Rîsk heye ku 25 hezar zarokên li Kampa Holê di bin bandora îdeoljiya DAIŞê de radîkal bin.”

Kurilla dibêje, li bakurê Sûriyê 28 girtîgeh hene û dê operasyon bo wan girtîgehan bibe risk. Kurilla got: “Sala par ji girtîgehekê 4 hezar DAIŞî reviyan û di egera operasyona Tirkiyê de dê ewlehiya Kampa Holê jî bikeve rîskê. Bi yekcarî jinavbirina DAIŞê girîng e. Em rijd in rê li ber dubare zindîbûna rêxistinê bigrin. Gefa DAIŞê berdewam e. Ez ji egera operasyona Tirkiyê gelekî bifikar im, ji ber dibe li herêmê bibe sedema nearamiyê û bala hevbeşên me HSDê ji kampan bikşîne aliyekî din.”

Kurilla herwiha ragihand ku hefteya bê derbarê operasyonên dijî DAIŞê yên sala 2022an de li Sûriye û Iraqê raporeke berfireh eşkere dikin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights