Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊParêzerên Malbata Şenyaşarî: Divê her kes piştgiriyê bide têkoşîna edaletê ya malbatê

Parêzerên Malbata Şenyaşarî: Divê her kes piştgiriyê bide têkoşîna edaletê ya malbatê

Parêzerên Malbata Şenyaşarî ji bo danişîna doza malbatê banga beşdariyê kiriye û xwestiye her kes pişgiriyê bidin tekoşîna edaletê ya malbatê. Danişîn wê di 17ê Kanûna Paşiyê de pêk were.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê parêzerên doza Malbata Şenyaşarî têkildarî danişînê li avahiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê civîna çapemeniyê li dar xistine. Ferît Şenyaşarê ku bi birîndarî ji êrişan rizgar bûye tev li civînê bûye.

“Lêpirsînekî bi bandor nehat birêvebirin”

Ji parêzerên malbatê, Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyanî daye û behsa tiştên roja bûyerê qewimîne kiriye û bal kişand ser hûrguliyên bûyerê. Ozbîngolê anîye ziman ku têkildarî komkujiyê lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û ji ber vê yekê jî bi cihêkirina dosyeyan re yekbûna dosyeyê xera bûye û yên ku fermana bûyerê dane daxilî dosyeyê nehatine kirin. Ozbîngol gotiye serê delîlên wek beyanên şahidan, dîmenên mobeseyê, raporên tiba edlî, agahiyên ragihandinê û daneyên qeyda sînyalê hatine nixumandin û bi vî awayî lêpirsîne hatiye kirin. Ozbîngolê diyar kiriye ku kujer jî serbest digerin û rojane jiyana xwe didomînin.

Ozbîngolê Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî bi bîr xistiye û ji ber nobetê gelek doz û lêpirsîn li dayika Emîne Şenyaşarê hatine vekirin û muameleya xerab li wê û kurê wê Ferît hatiye kirin.

Her weha Ozbîngolê têkildarî lêpirsîna “nexweşxaneyê” agahî dane û bang li her alî û kesên hestiyar kiriye ku roja 17ê mehê tevli danişîna dozê bibin û xwestiye her kes piştgiriyê bide têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar.

Danişîn wê di 17ê Kanûna Paşiyê de pêk were.

Çi bûbû?

Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.

Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.

Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.

(AY) Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights