Ana SayfaCÎHANÎranê sizayê darvekirinê ji bo xwepêşanderekî din jî der kir

Îranê sizayê darvekirinê ji bo xwepêşanderekî din jî der kir

Li Îranê bi tometa beşdarbûna xwepêşandanan, sezayê darvekirinê derbarê welatiyekî din der kir.

Nêzîkî çar meh in xwepêşandan li bajar û bajarokên Îranê berdewam in, ku bûye sedema kuştina bi sedan kesan û desteserkirina bi hezaran welatiyên Îranê.

Li gor zanyariyên malpera Mîzan Online a nêzîkî desthilata dadweriyê ya Îranê, sizayê darvekirinê ji bo Cewad Rûhî yê welatiyên Îranê, bi tometa şewitandina Qurana Pîroz û ziyangihandina milkê giştî, derçûye.

Bi vê yekê, ew kesên sizayê darvekirinê li Îranê derbarê wan de derçûye, gihîşte 18 kesan û biryara darvekirinê li ser 4 kesan hatiye cîbicîkirin.

Ji ber desteserkirina keça Kurd Jîna Emînî ji aliyê polîsê exlaqê yê Îranê ve û piştre canjidestdana wê, zêdetirî çar meh in xwepêşandan li bajar û bajarokên Îranê berdewam e û bi sedan kes hatin kuştin.

Piraniya xwepêşandanan ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine tepeserkirin û li gor amarên ku saziyên mafên mirovan belav kirine, heta niha nêzîkî 550 xwepêşander hatine kuştin û zêdetirî 18 hezar kes hatine desteserkirin.

K24

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights