Ana SayfaKARKERTUIK: Di Mijdara 2022an de hejmara bêkaran gihişte 3 milyon û 576...

TUIK: Di Mijdara 2022an de hejmara bêkaran gihişte 3 milyon û 576 kesan

Saziya Amran a Tikriyê (TUIK) amarên hêza kar û bêkariyê yên Mijdara 2022an eşkere kirin. Li gor daneyên fermi yên TUIKê, ji temenê 15 salî û jor de meha Mijdara 2022an li gor meha beriya wê 23ê hezar kes zêde bûne û hejmara bêkaran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gihiştiye 3 milyon û 576 hezar kesan.

Li gor amaran, di rêjeya bêkariyê de guhertinek çê nebûye û %10,2 ye. Bêkarî di nav mêran de %8,8 û di nava jinan de jî %12,9 bûye.

Di damezrandinan de jî li gor meha beriya wê di Mijdarê de 285 hezar kes zêde bûne û gihiştiye 31 milyon û 574 hezar kesan. Rêjeya damezrandinê bi zêdebûna %0,4 gihiştiye %48,6an. Damezrandin bo mêran %65,7 û bo jinan jî %31,7 bûye.

Hêza kar di Mijdara 2022an de li gor meha Cotmehê 308 hezar kes lê zêde bûne bi vî awayî gihiştiye 35 milyon û 150 hezar kesan, bi zêdebûna %0,5 rêjeya hêza kar gihiştiye %54,1. Tevlîbûna hêza kar di nav mêran de %72,1 û di nav jinan de jî %36,4 bûye.

Di nav ciwanan de ji temenê 15 heta 24 salî asta bêkariyê bi kêmbûna 2,6 puanan bûye %17,8. Di nav vê grûpa temen de rêjeya bêkariya mêran %14,4 û rêjeya bêkariya jinan %23,9 bûye.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights