Ana SayfaKURDISTANDi dersên bijarte yên Kurdî de nezelaliya dema serlêdanê

Di dersên bijarte yên Kurdî de nezelaliya dema serlêdanê

Par roja serlêdana dersên bijarte yên zimanê Kurdî, di navbera 3-20 Çileyê de dest pê kiribûn, lê îsal hêj dema serlêdanê nehatiye eşkerekirin. Hat zanîn ku Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê di derbarê roja ku xwendekar dê serlêdana dersên bijarte bikin de ti agahiyek nedaye dibistanan.

HEZKURDê wekî par îsal jî, ji bo ku xwendekar di dibistanên amadeyî de zimanê Kurdî hilbijêrin, kampanyayek da destpêkirin. Kampanyaya dersa bijarte ya Kurdî ya îsal di 30ê Kanûna 2022an de li navçeya Qosera Mêrdînê dest pê kir.

Ligel ku her sal di navbera 3 û 20ê Çileyê de serlêdana dersa hilbijartî dest pê dikin, hat zanîn ku Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê ji bo ku xwendekar dersên xwe hilbejêrin ti agahiyek fermî nedaye dibistanan.

Ji sendîkayên perwerdeyê ku Rûdawê xwe gihandinê wan; Rêveberên Egitm-Senê diyar kirin ku derbarê mijarê de ti agahiyek fermî wernegirtine û Egîtîm-Bîrsenê jî da zanîn ku heyama serlêdanên dersa bijartê dê di 20ê Çileya 2023yan de biqede. Li aliyê din rêvebirên dibistanan jî diyar dikin ku der barê roja serlêdana dersên bijarte de hêj ji wezaretê beyanameyeke fermî wernegirtine.

Ji ber ku roja serlêdanê ya fermî nehatiye diyarkirin, xwendekaran hêj nekariye dersên bijarte hilbijêrin.

Li gor baweriya HEZKURDê ku weke par îsal jî kampanya ji bo dersên bijarte yên Kurdî daye destpêkirin, Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê ji ber zêdebûna xwestaka xwendekar a bo zimanê Kurdî roja serlêdana dersên bijarte diyar nekiriye.

Derbarê mijarê de Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî ji peyamnêrê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akncî re axivî û got; “Ji ber ku sazî û dezgehên hikûmetê ne rêxistin û dezgeheke sivîl in, cidiyeteke wan heye. Li dibistanên fermî divê berî destpêkirina sala xwendinê mufredat û salname bên amadekirin. Pêştir berî destpêkirina perwerdeyê, roja serlêdana dersên bijarte jî dihat ragihandin. Lê heta niha roja serlêdana dersên bijartê yên sala xwendinê ya îsal nehatiye eşkerekirin. Ev ne tenê ji bo dersên bijartê yên Kurdî, ji bo dersên din ên bijarte jî derbasdar e. Em tenê dizanin ku heyama serlêdanê dê di 20ê Çile de biqede. Lê kes nizane dê kengê dema serlêdanê dest pê bike.”

Celalî diyar kir ku li gorî agahiyên ku sendîkayên perwerdeyê dane, ji wan re hatiye ragihandin ku proseya dersên bijarte di 30ê Çile de bi dawî dibe û got: “Lê kes nizanê dê kengê serlêdan destpê bikin. Di 30ê Kanûnê de ji bo ku xwendekar û malbatan han bidin ku dersên bijarte yên Kurdî hilbijêrin me kampanyayek da destpêkirin. Lêbelê, divê roja serlêdanê were destnîşankirin. Ne tenê bi kurdî, saziyên ku ji bo zimanê Lazî jî kampanya dane destpêkirn di malperên xwe roja serlêdanê diyar nekirine, lê roja dawî ya serlêdana weke 30ê Çile diyar kirine.”

Berdevkê HEZKURDê Barij Celalî herwiha anî ziman ku ew nafikirin ku di mufredat û sîstema perwerdeyê de guhertinek çêbibe û got ku di rewşeke wiha de divê Wezareta Perwerdehiya beriya destpêkirina sala xwendinê vê yekê ragihîne.

Celalî nediyarkirina roja serlêdana dersên bijarte “bi serkeftina kampanyaya zimanê Kurdî ya sala borî ve” girê dide û dibêje: “Me par bi piştgiriya medyayê kampanyayeke pir bi bandor û serkeftî pêk anî. Ez vê yekê wekî hewldanek ji bo pêşîgirtina li helwest û rêxistineke hevpar a li ser perwerdehiya bi zimanê Kurdî hem li Tirkiyê hem jî li dîasporayê dinirxînim.”

https://www.facebook.com/watch/?v=888444249258512

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights