Ana SayfaKURDISTANWelatiyekî Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hat darvekirin

Welatiyekî Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hat darvekirin

Navê welatî Mihemed Mehdî Kerîmî ye û xelkê bajarê Bîcar ê parêzgeha Sine ye. Berê du xwepêşanderên din jî hatibûn darvekirin.

Navenda Ragihandina Desthilata Dadwerî ya Îranê îro Şemiyê 7ê Çileya 2023an belav kiriye ku destê Mihemed Mehdî Kerîmî û Seyîd Mihemed Husênî di kuştina Besîcekî li bajarê Kerec de hebûye û cezayê wan ê darvekirinê serê sibeha îro 07.01.2023an hatiye cîbicîhkirin.

Roja 03.11.2022an di çileya welatiyekî bi navê Hedîs Necefî de ku di xwepêşandanan de canê xwe ji dest dabû, li bajarê Kerec xwepêşandan hatibû kirin. Di wan xwepêşandanan de Besîcek hat kuştin û 5 kes hatin toohmetbarkirin ku destê wan di kuştinê de hebûye.

Dîwana Bilind a Dadwerî ya Îranê, roja 03.01.2023an ragihand ku cezayê darvekirinê yê sê kesan ji wan ji ber kêmasiyên di dosyeyên wan de nayê cîbicîhkirin, lê cezayê darvekirinê yê Mihemed Mehdî Kerîmî û Seyîd Mihemed Husênî pesend kir.

Dayîk û bavên Mihemed Mehdî Kerîmî berê di vîdeoyekê de daxwaz ji berpirsên dadwerî yên Îranê kiribûn ku cezayê darvekirinê yê kurê wan hilweşînin. Maşela Kerîmî yê bavê Mihemed Mehdî, roja 12.12.2022an gotibû “Kurê min bê tawan e, werzişvan e, ne mirovkuj e.”

Mihemed Mehdî Kerîmî yê 22 salî, Kurd û xelkê bajarê Bîcar ê parêzgeha Sine ye. Berê di welatiyên din hatibûn darvekirin. Mecîd Reza Rehnewerd bi “tawanê” kuştina du Besîcan roja 12.12.2022an li Meşhed hat darvekirin. Herwiha Husên Şikarî yê xelkê Loristan bi “tawanê” girtina cade, şewitandina zibildank û birîndarkirina Besîcekî roja 08.12.2022an li Tehranê hatibû darvekirin. Cezayê darvekirinê li ser hejmarek xwepêşanderên din jî hatiye ferzkirin û rêxistinên mafên mirov nîgeran in ku cezayê wan jî were cîbicîhkirin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights