Ana SayfaSIYASETSerokê HTŞê derbarê civîna sêalî ya di navbera Rûsya, Tirkiye û Sûriyê...

Serokê HTŞê derbarê civîna sêalî ya di navbera Rûsya, Tirkiye û Sûriyê de daxuyanî da

Piştî civîna sêalî ya di navbera wezîrên berevaniyê yên Rûsya, Tirkiye û Sûriyeyê de ku di 28ê Kanûna 2022yande li Moskowê bi navbeynkariya Rûsyayê pêk hat, li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê li herêmên di bin kontrola komên çekdarên ên bi piştgiriya Tirkiyeyê de xwepêşandan hatin lidarxistin û nêzîkbûna Enqere û Şamê şermezar kirin.

Heyet Tehrîr El-Şam ku beşeke mezin ji bajarê ldlibê birêve dibe, serokê wê rêxistinê Ebû Mihemed Colanî derbarê hewlên asayîkirina peywendiyên di navbera irkiyê û Sûriyê de daxuyanî da.

Medyaya girêdayî Heyet Tehrîr El-Şamê videoyeke 4 deqeyî ya Ebû Mihemed Colanî belav kir û tê de Colanî civîna sêalî ya li Moskowê wekî “zivirandineke metirsîdar” binav dike.

Serokê HTŞê danûstendinên di navbera Sûriye û Tirkiyê de wekî “astengek li pêşiya armancên şoreşê” nirxand û tekez kir ku ew hewldan “xelatek in ji rejîmê re di berdêla gelek binpêkirinên li dijî xelkê Sûriyê de.”

Colanî, Serokê Sûriyê Beşar Esed bi kuştina milyonek sivîl, koçberkirina 12 milyon Sûrî, kuştina jin û zarokan bi bombeyên kîmyewî û belavkirina bazirganiya madeyên hişber tohmetbar kir û got: “Kî dê razî bibe ku li kêleka sûcdarekî weha be?”

Serkirdeyê HTŞê herwiha destnîşan kir ku şerê wan li dijî hikûmeta Sûriyê “ne şerekî siyasî ye, lê şerekî di navbera rastî û xelet de ye” û got: “Kî li dijî vê têkoşînê raweste dê winda bike û têk biçe.”

Ebû MihemedColanî bal kişand ser wê yekê ku wan xwe ji bo “rojên dijwar ên bên” amade kirine û bang li hemû opozisyonê kir ku piştgirîya wî bikin ji bo rûxandina hikûmeta Sûriyê û got: “Em dê şer bikin heta ku em bigihin Şamê û rêjîmê hilweşînin.”

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights