Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊ2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin

2 polîsên ku Elaltunterî derb kirin ji peywirê hatin dûrxistin

Derheqê 2 polîsên tîmên taybet ên ku li Taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê di dema kontrolkirina nasnameyan de welatiyê bi navê Emre Elaltunterî derb kirin lêpirsîn hate destpêkirin. Piştî ku bûyer li ser medyaya civakî hate parvekirin, walîtiyê daxuyanî da û got ku derheqê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin û di vê çarçoveyê de 2 polîs ji peywirê hatine dûrxistin. 

ÎDIAYA WALÎTIYÊ 

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bûyer di 14’ê kanûna 2022’yan de pêk hatiye û hat îdiakirin ku di dema kontrolkirina nasnameyan de di berîka Elaltunterî de kêr hatiye dîtin. Bi domdarî walîtiyê îdia kir ku dema polîsan dixwest kêrê jê bistînin, Elaltunterî helwesteke “êrişkar” nîşan da ye û  li dijî polîsan derketiye. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights