Ana SayfaGIŞTÎABORÎAborîzan Dibêjin di Aborîya Tirkîyê de Wê Şikandineke Mezin Pêk Were

Aborîzan Dibêjin di Aborîya Tirkîyê de Wê Şikandineke Mezin Pêk Were

Hikûmeta Tirkîyê herî dawî mûçeya kêmtirîn ya bingehîn li gor Tîrmeha 2022’an ji sedî 54.5 bilind kir lê aborîzan bale dikşînin ku ev di rastîyê de têra ti kesî nake.

Aborîzan û akademîsyen Sedat Ayyildiz bilindbûna mûçêya herî kêmtir û rewşa aborîya Tîrkîyê ji bo Dengê Amerîka (VOA) nîrxand.

“Di buhayê hemû tiştan de roj nîne ku giranbûnek çênebe. Di mûçêya kêmtirîn de zêdebûneke bibe çî ye, ne be çîye. Mûçê ku zêde dibe di heman demê de dihele.”
Demeke dirêje ku çavê piranîya welatîyên Tirkîyê ser dîyarkirina mûçêya kêmtirîn bû.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan 23 Sermawêzê de mûçêya kêmtirîn wek 8 hezar û 506 lîra dîyar kir.

Dayîna mûçêya kêmtirîn ya nû wê di 1 Rêbandanê 2023’an de destpêbike û heta 31 Berfanbara 2023’an bidome.

Erdogan, ragihand ku ew li ber hin egeran bes dikarin ev qas zêde bikin, heke eva kêm be ewê di nav sala 2023’yan de car din li ser mûçe kêmtirîn rawestin.

Wezîrê Darayî û Xezînê yê Tirkîyê Nûreddîn Nebatî jî vê zêdebûnê bi awayekî erênî nîşa dide û got ku, “Me li gorî Rêbendana 2022’an di Rêbendana îsal 2023’an mûçêya kêmtirîn ji sedî 100 bilindkirîye.”

Hikûmeta Erdogan her çiqas vê zêdebûnê di nav xeteke erênî de rabigîhîne jî lê sendîka û sazîyên karmend û karkeran vê yekê mîna hikûmetê nabînin.

Jiber pêknehatinê daxwazên gelek sendîkayan, wan pêwendîyên xwe bi hikûmetê re qut kirin û bi hikûmetê re rûneniştin.

Ji van yek jî sendîkaya karkeran ya TURK-ÎŞ bû. Serokê vê sendîkayê daxwaza 9 hezar lîra kiribû jiber ku hikûmetê ev daxwaz red kir, TURK-ÎŞ jî danûstandinê bi hikûmetê re bi dawî kirin.

Erdogan herçiqas mûçêya kêmtirîn ya nû ku dîyar kir,li gor aborîya giştî û rewşa civakî ya Tirkîyê biguncîne jî, lê aborîzan bi gelemperî wek Erdogan nafikirin.

Ew dibêjin ku buhayên her tiştî berî dîyarkirina mûçêya kêmtirîn ya nû jixwe zêdebûne û niha tevra bêtir zêde dibin.

Aborîzan Ayyildiz radigîhîne ku desthilatdar her çiqas vê yekê erênî bibînin jî lê ev zêdekirin berî dayîna mûçeyan bi tevahî di ana de helîya ye.

“Zêdekirina mûçêya kêmtirîn bi hîç awayekî têr nake û di binê asta enflasyonê de ye. Bilindbûna ku hate çêkirin jî di bin sînorê xizanîyê de ye. Gava em mesrefê kardêr didin ber çav 11.750 lîra dîyar dibe. Heke wiha biçe, ev yek jî wê bêtir karê nefermî zêde bike.”

Li gor Ayyildiz, mûçêya kêmtir û mesrefên kardêr hev û dinê nagre û destnîşan dike ku lê bêaramîya Tirkîyê derfet nade hîç pêşketineke.

“Wisa dixûye ku berî hilbijartinê wê zêdebûneke din neyê çêkirin. Dibe ku desthilatî jibo ku di hilbijartinê de hin tişta bi dest bixîne di vî warî de gaveke din bavê je. Lê , bi ya min ev jî wê çareserîyeke neyne.”

Di nav 4 salên dawî de; di sala 2019 mûçêya kêmtirîn 2 hezar û 20 lîra, 2020’an de 2 hezar û 324 lîra, di sala 2021’an de 2 hezar û 825 lîra bû.

Di sala 2022’yan de jî du car hate dîyarkirin. Di navbera Rêbendan û Tîrmeha 2022’yan de 4 hezar û 253, Di Tîrmeh û Berfanbara 2022’yan de jî 5 hezar û 500 lîra hatibû dîyarkirin.


Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights