Ana SayfaKURDISTANTaga #EzKurdim piştî êrîşa Parîsê bû trend

Taga #EzKurdim piştî êrîşa Parîsê bû trend

Taga #JeSuisKurde ku ku bi Kurdî dibe “Ez Kurd im”, piştî wê belav ku li navenda Parîs a paytexta Fransayê roja Înê 23ê Berfanbara 2022an kesekî 69 salî bi çek êrîşî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya û sertraşxaneyekê kir û di encamê de 3 Kurdên ji Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Êrîşa roja Înê ya Parîsê ji aliyê Fransîyekî 69 salî ve hat kirin û piştî ku ciwanên Kurd ew girtin dane destê polîsan.

Heta niha sedema êrîşê nehatiye piştrastkirin lê Dozgera Parîsê Lore Beque got ku êrîşkar, şofêrê trênê bûye lê berî salekê ji ber êrîşkirina li ser 2 koçberan hatibû girtin û vê dawiyê bi kefalet hatiye berdan.

Êrîşê kuştina sê jinên Kurd ên di sala 2013an de li Fransayê anî bîra xelkê ku gelek ji wan Tirkiyê tawanbar dikin.

Polîsan li ber navenda çandê gaza rondikrêj bikar anîn da ku xwepêşanderan belav bikin ji ber ku hewl didan astengiya polîsan derbas bikin.

Kurdên li Parîsê ji êrîşê aciz in. Gelek ji wan Tirkiyê wek tawanbar nîşan didin û li dijî Tirkiyê û serokkomarê wê dirûşm gotin. Her wiha Hikûmeta Fransayê jî bi wê yekê tohmetbar dikin ku bi başî parastina Kurdan nake.

Tevî gumanên Kurdên li Parîsê, rayedarên Fransî heta niha ti delîl eşkere nekirine ku mebestên siyasî li pişt êrîşê hene yan na.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser Twitterê got, “Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek.”

Her wiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî bang li diyasporaya Kurdî kir ku aram bin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights