Ana SayfaGIŞTÎOSP BANGA ÇARESERİYÊN AŞTIYANE DI KURDAN DE DIKE

OSP BANGA ÇARESERİYÊN AŞTIYANE DI KURDAN DE DIKE

Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) bi daxuyaniyekî banga, bi rêyên aştiyane lihevkirina Kurdan û çareseriyeke lezgîn ji bo pirsgirêkên ku li Xanesora Şangalê di navbera Pêşmeregeyên Kurdistanê Roj û YBŞ’ê yê ser bi PKK’ê ve pêk hatiye, kir.

Di daxuyaniyê de, pêşketinên li herêmê û Kurdistanê yên dawî de bal hatiye kişandin ku li beramber DAÎŞa dagirker di sengeran de Pêşmergeyên Kurdistanê û gêrîlayên PKK’ê mil dane hev û Kurdistanê parastine.

Dîsa hişyarî tê dayîn ku di rewşeke ku pêwistiya Kurdan bi hevkarî û pêwendiyên baş heye de divê lîstikên dewletên li heremê jî nebin egera şerê navxweyî yê Kurdan.

Di daxuyaniyê de hatiye dastnîşankirin ku Şengal xaka Kurdistanê ye û divê PKK hêzên xwe ji wêrê vekişîne û hatiye xwestin ku ji bo derbasbûyîna pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî şert û mercên pêwist bên bicîhanîn.

Dîsa rawestandina şerê ku rûda, bi erênî hatiye nirxandin û daxwaza  çareseriyên mayînde yên lezgîn jî hat kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî hişyarî hatiye dayîn ku divê hemû Kurd ji bo serxwebûna Kurdistanê û destkeftinên Kurdan di hewldanan de bin û ji bo çareseriya pirgirêkan jî lijneyeke ji herçar aliye Kurdistanê bê amadekirin da ku rêya Kongreya neteweyî jî vebibe.

K24

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights