Ana SayfaJIN“NISÊBÎN DI BIN BOMBARDUMANA DIJMINAN DA YE!”

“NISÊBÎN DI BIN BOMBARDUMANA DIJMINAN DA YE!”

KNK; bang xelkê Kurd, Kurdistanîyan û li reya giştî ya navneweyî jî dike, dibêje li hember van êrîş û qetlîamên dewleta Tirk bê deng nemînin û mirovatîyê biparêzin.

Daxuyanî li jêre.

 

 Nisêbîn Di Bin Bombardumana Dijminan da ye!

TC, wekî navê kurt yê dewleta Tirkîyeyê ji bo Kurd û Kurdistanîyan mohra zulmê ye. Dîroka vê dewletê, ji bo Kurdan û hemû xelkên navçeyê dîrokeke reş e. Zulma salan bes nîne, eve serê salekê ye ev dewleta hov, ev hukûmeta bêdad û zalim, Kurdistan kirîye meydana cenga xwe ya xwûnawî.

Neteweyê me, xelkên navçeyê li ser axa xwe, li welatê xwe, li gund û bajêrên xwe dixwazin bi serwerîya xwe ya xwumal jîyaneke azad ava bikin. Ev dewleta dest bi xwîn, nahêle Kurd û xelkên cîran bi rehetî li ser vê axa xwe ya hezar salî bijîn. Dagîrîya sedan salî têrê nake niha jî kavil û wêran dikin.

Ev dewleta ku komkujîya xelkan bo xwe kirîye siyaseta esasî, kuşt û kuştdarîya xwe gelek bêperwa didomîne. Xelkê me dema li Nisêbînê, li Şirnexê, li Cizîrê, li Geverê, li Sûra Amedê dengê azadîyê bilind kir, bersiva vê dewleta xwînxar bû top û bombe. Heta niha bi sedan berxwedêrên azadîyê û xelkê sivîl kuştine, bajar xirab kirine. Bi hezaran xelk ji cih û warên xwe dane koç kirin. Bi navê vê dewleta zalim û bi fermana Erdogan, hukûmeta AKPê Kurdistan kirîye polîgona bombeyan. Niha jî dixwazin Nisêbînê, vî bajêrê dîrokî û warê xelkên bira, adeta ji xerîteyê rakin. Ji xwe hêj niha gelek taxên Nisêbînê kavil û wêran kirine, herwekî ber li ser beran nehêlane. Piranîya xelkê Nisêbînê dane koç kirin û yên mayî jî dixwazin di bin vê bombardumanê da qir bikin.

TC bi vê êrişkarîya bêtixûb ya li ser Nisêbînê, herwisa dixwaze gefê li bajêrê bira û paytextê Rojavaya Kurdistanê Qamişlo jî bike.

Xelkê me, Kurd û Kurdistanî divêt beramberî vê hovîtîya dewleta TCê bêdeng nemînin. Hawara Nisêbînê divêt bête bihîstin. Li welat û derveyî welat, her cihê ku Kurd û Kurdistanî lê, divêt vê hawara man û nemana Nisêbînê bigihînine dinyayê. Sicîla dewleta TCê reş e û bi vê êrîşa li ser Nisêbînê dikare dîroka xwe ya jenosîdal xwînawîtir bike.

Herweha em bang li reya giştî ya navneweyî jî dikin, em dibêjin li hember van êrîş û qetlîamên dewleta Tirk bê deng nemînin û mirovatîyê biparêzin.

 

Gelê Kurdistanê, li xwe, li welatê xwe, li Nisêbînê xwedî derkevin.

Konseya Rêvebir ya KNKê

26 Gulan 2016, Bruksel

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights