Ana SayfaGIŞTÎNÊÇÎRVANÊ DAIŞ’IYAN BIXAKSPARTIN (VÎDEO)

NÊÇÎRVANÊ DAIŞ’IYAN BIXAKSPARTIN (VÎDEO)


Fermandarê Fermandeya Dije Terora Duhokê General Wehîd Kovlî, ku îro ji ber krîza mejî jiyana xwe ji dest dabû, li Goristana Şaxkê hate bixakspartin.
Fermandarê Fermandeya Dije Terora Duhokê General Wehîd Kovlî demjimêr 08.00ê îro danê sibê, li mala xwe ya li Duhokê koça dawî kir.
Pasewanên wî ji Rûdawê re gotin, ku ev çend roj bûye di mala xwe de nexweş bûye û îro naxweşiya wî giran bûye. Li ser daxwaza malbata wî ew rakirine nexweşxaneyê lê bi tevê hemû hewldanan jî jiyana xwe ji dest daye.
Pasewanekî din ê Fermandarê Dije Terorê got; “Ez di hemû şeran de ligel wî amade bûm. Li gel wî birîndar bûm. Wi herdem digot baş şer bikin. Herwiha wî bi destê xwe gelek caran çekdarên DAIŞê bi zîndî girtin.”
Wehîd Kovlî ku di nav pêşmergeyan de weke “Nêçîrvanê DAIŞiyan” dihat naskirin, bi beşdarbûna hezaran kesan li Goristana Şaxkê ya Duhokê hate bixakspartin.
Wehîd Kovlî di sala 1971ê de li Duhokê hatibû dine. Kovlî di destpêka şerê DAIŞê de weke xwebexş li eniyên şer beşdarî çendîn operasyon û şeran bibû.
RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights