Ana SayfaGIŞTÎMÛÇEYA KÊMTIRÎN DI BIN SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ DA!

MÛÇEYA KÊMTIRÎN DI BIN SÎNORÊ BIRÇÎBÛNÊ DA!

Fonê karkeran ji bo karsazan!

Hikumet li gor plansaziya xwe armanca xwe nîşandabû ku ji bo sala 2020an di Fona Sîgorteya Betaliyê de wê 138 milyar lire ya tirkî kom bibe. Ew reqem kom bu! Lê belê mesele ne kombûna wî reqemî bû parvekirina wî bû. Ew 138 milyar lire ku ji mûçeyên karkeran de hate qusandin û di Fona Sîgorteya Betalîyê de hatûbû berhev tenê jê 8 milyar lire ji bo betalîyan hate veqetandin  û lipaşmayî ya 130 milyar lire ji bo karsazan!

Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskar

Yurtsever Sosyalist İşçi-11

Li gor bîrdozî û teorî ya Markzîzm me di got hikumet yên sermayedaranin. Di qada pratîkêda jî hikumet hikumetê kî/kê ye? Bersiva vê pirsê bi eşkere diyare. 130 milyar ji karsaza ra 8 milyar ji karkeran re û pere jî pereyên karkerane.

 Mûçeya kêmtirîn di bin sînorê birçibûnê da!

Li Tirkiyê Mûçeyên kêmtirîn yên zelal (safî) ji bo sala 2020an wek 2 hezar û 324 lîre hatibu destnîşankirin. Ew reqem di rêzandina Ewropa di navbera 27 endaman da rêza paşiyê ya bîsyekem e.

Mûçeyên kêmtirîn 2 hezar û 324 lîreye lê belê ji bo malbata ku çar kesan, sînorê birçîbûnê gihîştiye 2900 lîre û sînorê xîzaniyê jî gihişte 10 hezar lîre. Wê demê malbata ku çar kes lê dijîn ewê bi vî mûçeya Kêmtirîn çawa jiyana xwe bidomînin?

Mûçeyên kêmtirîn çî ye? Ji bo malbateka çar kesan tenê xerckirina mitfakê ya mehane. Anko di navde kirê ya xanî, fatura, tendiristî, perwerdeyî hwd tuneye. Wanan ji têxî nav dibe sînorê xîzanîyê ku ji bo mehekî gihîştîye nêzî 10 hezar lîreyê.

Xwe pihêt bijdînin!

Mûçeyên kêmtirîn ji bo malbata çar kesan 2 hezar û 324 lîre! 10 hezar milyon karkerên ku bi mûçeyên kêmtirîn dişoxilin hene. Keremkin ewê çawa idareya xwe ya aborî bikin? Wekî din li herêma Lîbya, Rojhilat a Behra Sipî, Kurdistan û heta kendav a Basrayê şert û mercên şer gav bi gav girantir dibe. Heger şerê ku 25 salên ji vê heremê berdevam dike bigihîje şerê seranser nav devleta ew çağ bandora wi şerî ê herî zêde li ser karker û xîzanan ê bibe.

Ji bo lêgerîna çareseriya mercin jiyanê ku pêde pêde nêjiyandin karker û xîzan ê çibikin?

Ger şert û mercên îro de karker û xîzan li dijî şer aştiyê biparêzin. Û li dijî kapîtalîzmê jî têkoşîna sosyalîzmê geşepêdan bikin. Belê îro karker, xîzan û hemû hêzên şoreşker li dijî pergala mijoker a kapîtalîzmê, pergala sosyalîzmê ku pergaleka wekhevî ya gerdûnî ya mirovahîyê ye wê geşepêdan bikin.

Divê bi lez û bez karker û kedkaran li dijî kapîtalîzmê têkoşîa rêxistîniyê geşepêdan bikin. Ji bo betaliyan ku derfetê şoxil vebe ango zêdetir karker bişoxilin ger demjimêrên kâr bêkêmkirin an bêdaxistin.

Her wiha ji nîşka ve xîzanbûyîna betalîyan û xîzanîyan mixabin psîkolojîya wana xirab dike û dixîne valahiyê û kaşdike xwekuştinê. Ji xwe va salên davîyê de sedama zêdebuyun a xwekuştinan ew xizanbuyîna bilezbuyî ye! Sedema mezinbûyîna bêhevîtiyê ye! Sedema mezinbûyîna parskirinêye!

Ji sê karkeran yek bêsîgorta tê şoxilandin

Li Pûşpera 2020an %31.3ê karker qet di saziyekî ewlehiyên civakî de geyda vana tuneye anko 3/1karkerên bêqeyd têne şoxilandin. Xebata bêewlehî wek mina penceşêra civakî belav dibe. Sîgorte tuneye, tezmînata qidem tune, bi xwe an malbata xwe nexweş bibe nikare biçe derman bibe. Anku karker ji bo xwe û malbata xwe paşeroja xwe nabînin. Bi kurtahî ew pirsgirêk ji bo karkerên ku dişoxilin ji wan re pirsgirêke ka civakiya pir girane.

Ji her sê kesan yek betale an bikêrnehatiye!

Kesên ku gihîştine salên şoxilê, ji wan her sisêyan de yek betale an bikêrnehatiye. Li Tirkîyê û pêtir jî li Kurdisranê ji xwe rewşa betalîyê û bikêrnehatiyê wusa bû. Lê belê di pêvejoya Covit-19de gelek zêde bû û ew zêdebûyîn hin jî berdewam e.

Çar milyon û 575 hezar ê ku gihîştine wexta xebati wana dev ji lêgerîna kar berdane. Ew tê çi watê? Bêhêvîtî! Hêviya karkerên ciwan hatiye şikestin û dev ji lêgerîna kar berdane. Bi fermî dibêjin betalî gihîştiye %13.4an. Lê belê ew rêje ne raste paşî Covît-19an hejmara betaliyan gihîştîye 8 mîlyonan.

Di navbera karkerande Cînayetê kar her diçe zide dibe

Li gor daneyên ISIGê de, di meha Tirmeh 2020an de herî kêm 164 karker ji sedema qezan (cîneyetan) de jîyana xwe winda kirin. Û sala 2020an ji heft mehên pêşinda bi temamî herîkêm hezar û 98 karker jîyana xwe winda kirin.

Cardin sala 2020 meha Tebaxê da 208 karker ji ber qeza anku cînayeta jîyana xwe wina kirin. Û di sala 2020an ji heşt mehên pêşin de 1306 karker ji sedama cînayetê kar de jiyana xwe windakirin..

Çare diyare û bi sed salan wirde hatiye ceribandin ku karker û kedkar birêxistinî têkoşînê dom bikin.

14.09.2020

[email protected]

Tüm sayıların PDF formatı için aşağıdaki bağlantılara tıklayın

Sayı-1

Sayı-2

Sayı-3

Sayı-4

Sayı-5

Sayı-6

Sayı-7

Sayı-8

Sayı-9

Sayı-10

Sayı-11

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights