Ana SayfaJINMÎTOLOJİYA ŞAHMARAN

MÎTOLOJİYA ŞAHMARAN

Li gor lêkolînêran, mîtolojiya Şahmaran digihîje serdema Hûrî û Mîtaniyan. Piştre Hatiyan( Hîtît) ji Mîtaniyan girtine lê kêm û zêde kirine. Xemilandin e, hûnandin e û kemilandin e. Gelek varyantên mîtolojî ya Şahmaran hene.

Têkoşîn Çelik

BasNûçe – Li gor lêkolînêran, mîtolojiya Şahmaran digihîje serdema Hûrî û Mîtaniyan. Piştre Hatiyan( Hîtît) ji Mîtaniyan girtine lê kêm û zêde kirine. Xemilandin e, hûnandin e û kemilandin e. Gelek varyantên mîtolojî ya Şahmaran hene. Di hinek varyantên kurd û farisan de laş mar e û du serî hene seriyek jê serê mar e û yê din serê zilaman e.
Di varyantên Klîkî û Yewnaniya kevn de seriyek serê mar e û serê din serê keçikek e. Ji xwe dema mirov bala xwe dide mîtolojiyên yewnaniyan piraniya mîtolojiyên xwe ji yên Mezopotamyayê girtine, guhertine û ji xwe re kirine mal.

Belê dema mirov mêze dike û ev mîtolojiya ku di navbera Zeus û Typhon de derbas dibe jî bûyereke nêzîkî vê bûyerê ye. Ya yewnaniyan çend sed sal paşê hatiye nivîsandin û loma ne orjînal e.

Varyanta herî dawî û aktuelt ev e ku bi navê Lokman kurek hebû û ji xwe re êzinvanî kiriye. Rojek ji rojan dema Lokman çûye daristanê rastî Şahmaran hatiye. Bi hezaran mar hene û yek di nav wan de ye ku laş mar e û serî însan e. Ew şahê maran e û hemû marên Maristanê di bin emrê Şahmaran de ne. Lokman çend sal li Maristanê li cem Şahmaran dimîne. Piştre rojekê Lokman ji Şahmaran tîka û lave dike ku ew destûr bide here mala xwe. Bêriya malbat û nas û dostên xwe kiriye. Şahmaran dibêje: ”Lokman bextê mirov tune, ez ê te serbest bihêlim, lê bêbextiyê li min neke. Cihê min ji tu kesî re nebêje. Ku tu cihê min bêjî, dê mirov bên û min bikujin.”

Lokman soz û peyman dide ku dê ew cih û warê Şahmaran ji tu mirovî re nebêje. Lokman azad dibe û diçe mala xwe. Demek tê dibêjin padîşahê welêt ne sax e, nexweş ketiye. Derman ji nexweşiya wî re re nehatiye dîtin. Hekim dibêjin ku bi tenê goştê Şahmaran dikare nexweşiya padîşah xweş bike. Dermanê herî baş goştê Şahmaran e. Ku padîşah goştê Şahmaran bixwe rehet dibe. Tê gotin ku kesî ku Şahmaran dîtibe lasê wî/wê wekî yê mar pûl pûl e. Wezîr gaziyê hemwelatiyan dike û yek bi yek dibe hemamê û tazî dike . Dema Lokman dibin û tazî dikin, çi bibînin baş e? Ku laşê Lokman pûl pûl e. Eskerên wezîr Lokman digrin û bi rojan êşkence lê dikin. Di dawî de Lokman êdî nikare li ber xwe bide û cihê Şahmaran dibêje. Şahmaran dibêje; ”Lokman te bi min re bêbextiyê kir. Lêbelê ez ê dîsa çeyiyeke mezin li te bikim. Ava pêşi ya ku goştê min pê bişon venexwe, ew jehr e. Ava duyem vexwe ew bi şîfa û îksîr e û goştê min jî derman e…”

Şahmaran digrin û serjê dikin, ava yekem a ku goştê wê pê dişon didin wezîr û wezîr dimire. Ava duyem didin Lokman. Loman dixwe şîfa dibîne û dibe wezîr. Padîşah jî goşt dixwe û rehet dibe, dibe wek dendîs.

Armanca mîtolojiya Şahmaranê

Wek tê zanîn di her mîtolojiyekê de yek an jî çend armanc hene ku mîtolojî hatiye afirandin. Di nav proseseke dûr û dirêj de gel gelek bar li çîroka mîtolojiyê dike û gelek varyantê wê çêdike. Di çîroka Şahmaran de jin, sembola xweşikbûn, hêz, hêzdarî û desthilatdariyê ye. Sembola ber û zêdebûnê di çîrokê de heye. Di kirasê mar de xerabî û marî, rindî û başî hene. Her du qiloç nîşana bereketê ne. Tac nîşana qudret û desthilatdariyê ye. Ji aliyê din ve bêbextiya mirovan dide diyar kirin. Mirov şîrê haf xwarine û pişt bi mirovan naye girêdan.

Di mîtolojiya Şahmaran de motîfên kurdî

Şahmaran di motîfên kurdî de wek sembola xweşikiyê tê bi kar anîn. Bi taybetî jin û keçên kurd di çêkirina cihêz de li ser padîsqe, gorê, lepik, destmal û hwd. wêneya Şahmaran bi kar tînin. Li ser xalîçeyan jî motîfên Şahmaran çêdikin. Her wiha hunermendên kurd di karê destî de li ser hesin û textan jî motîfên Şahmaran dikolin û diniqirînin. Mirov li ser sênî, zerik, kildank, xwelîdank, teyfik û gelek karên destî motîfên Şahmaran dibîne.

– See more at: http://basnuce.com/ku/news/7011/mitolojiya-sahmaran#sthash.QgKVeQR3.dpuf

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights