Ana SayfaLGBTİDu zarokên ku di dema Meşa Rûmetê de hatibûn desteserkirin, beraet kiriye

Du zarokên ku di dema Meşa Rûmetê de hatibûn desteserkirin, beraet kiriye

Di dema Hefteya Rûmetê ya Stenbolê de 47 kes hatibûn desteserkirin, 6 doz li 40î ji wan vekiribûn û di sê dozan de biryarên beraetê hatine dayîn.

Dadgehkirina kesên par, di dema Meşa Rûmetê ya LGBTI+yan a Stenbolê ya 19an de hatibûn desteserkirin, dewam dike. 

Di dema Hefteya Rûmetê ya Stenbolê de 47 kes hatibûn desteserkirin, 6 doz li 40î ji wan vekiribûn û di sê dozan de biryarên beraetê hatine dayîn.

Li gorî nûçeya Yunus Emre Demîrî ya li Kaos GLyê hatiye weşandin, çend mehên derbasbûyî 8 kesên endamên Meclîsên LGBTIQ+yan û 3 kesên li Cîhangîrê di dozên li wan hatibû vekirin de, beraet kiribûn. Îro dadgehkirina 2 zarokên di dema meşê de hatibûn desteserkirin li Dadgeha Zarokan a 4an a Stenbolê pêk hatiye. 

Herdu zarokên ku di dema meşê de hatibûn desteserkirin, di danişîna yekem de beraet kiriye. 

Zarok bi tohmeta ku beşdarî meşeke dijqanûnî bûne û hatine hişyarkirin û belav nebûne, hatine dadgehkirin. Parêzerê Zarokan Abdûllah Îkbal Arslanbaşî di civînê de bal kişandiye ser mafê civîn û meşên xwenîşandanê û gotiye meş ne li dijî qanûnan bû. 

Arslanbaşî diyar kiriye ku biryara qedexekirina meşê ne hiqûqî ye û xwestiye zarok beraet bikin. 

Danişîna 19 kesên li Kolana Mîsê hatibûn desteserkirin wê 13ê Gulanê, ya 7 kesên li Cîhangîrê hatine desteserkirin wê  21ê Îlonê û kesekî/ê li Maçkayê hatiye desteserkirin wê 30ê Hezîranê pêk bê. (EMK/FD) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights