Ana SayfaGIŞTÎMalbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin

Malbatên girtiyan: Em ji bo herkesê edaletê dixwazin

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amedê di roja 95’an de didome. Malbatan diyar kir ku ne tenê ji bo zarokên xwe ji bo herkesê edaletê dixwazin.  Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Baroya Amedê dane destpêkirin, di roja 95’an de berdewam dike. Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazîme Boltan a di çalakiyê de axivî, da zanîn ku ji bo zarokên xwe 95 roj jin di çalakiya  edaletê de ne û got: “Lê belê hêj jî edalet nehatiye, daxwaza me ya edaletê ne ji bo zarokên me têne ye, ji bo her kesê ye.” 

ÊDÎ BES E 

Dayik Boltan, diyar kir ku îro bi telefonê bi lawê xwe re axivî ye û wiha berdewam kir: “Lawê min di telefonê de got ev 3 meh in tena serê xwe di qawişekê de dimîne. Çima wisa nêzî zarokên me dibin? Ji ber kurdin işkenceyê li wan rewa dibînin. Em vê qebûl nakin. Êdî bese.” 

‘GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN’ 

Dû re xizma girtî Nûray Abay jî bi lêv kir ku 3 meh û 5 roj in di nobeta edaletê de ne û wiha got: “Êdî girtiyên nexweş berdin ku em derman bikin. Zarokên me ji bo şeref û namûsa xwe hatine girtin. Zarokên me ji me dûrxistine. Hevdîtinên vekirî tenê 30 deqîqe ne û em nikarin biçin serdana wan. Ev nayê qebûlkirin.”

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights