Ana SayfaGIŞTÎMAKEQANÛNA NUH: "KEVIRÊ MEZIN, MANEYA NELÊDANÊ YE!"

MAKEQANÛNA NUH: “KEVIRÊ MEZIN, MANEYA NELÊDANÊ YE!”

AKP tim û daîm rojevê diguherîne, lewra ew nikare arîşeyên heyî çareser bike. Bi vê guherînê, pirsgrêkan ji dahatuyê re dihêle. Di van 6-7 salên dawî de bi şêweya lêgerîna “çareseriyek bi keramet”, vê yekê her tim didomîne. Ji hilbijartinên Pûşbera sala 2015an û vir ve, ew hewl dide ku xitimandina siyasî û aborî bi saya “serkeftinek” leşkerî ya li derve birawirîne. Ji ber vê yekê mîna “pêlewanekî têkçûyî ku ji leystikê têr nabe” vî terzî li pey hev diceribîne. Di encama her tevgerek bêencam an têkçûyî de, dibêje “ev nebû, belkî bi yeka din em mizgîniya serkeftinê bidin” û bi vî awayî ber bi serencên nuh ve diçe. Bêhesab, bêrêbaz, bêsekn û tebat dibêje “meşê bidomîne!”

Sinan Çiftyürek / Hemû nivîsên ê nivîskar

Wê xwest ku bi “serkeftina” leşkerî ya li derve, siyaseta hundirîn dîzayn bike. Li Îdlib, Lîbya, Rojhilatê Deryaya Sipî û li Qerebaxê vê yekê ceriband, lê bi ser neket. Balona mizgîniya “me li Deryaya Reş xaza xwezayî dît” zûka vemirî. Li Herêma Kurdistanê û li Rojavaya Xweser, xwestin li ser hesabê tunekirina destkeftiyên gelê Kurd “mizgînî” bidin hundir, lê operasyona dawî ya Hereketa Garayê jî têk çû. AKP tevî hewldana dawî jî, “mizgîniyeka” ku ew dê bikaribe bike amûrê siyaseta hundirîn bi dest nexist. Heke li Çiyayê Garê “serkeftin” bi dest bixistana û roja Çarşemê qaşo “mizgînî” bidana, AKP dê bi wê serxweşiya “serkeftinê” bilezgînî rojevê biguherandana, di ser pêşniyaziya “Makeqanûna Sivîl” re berê keştiya xwe bidana hilbijartina pêşwext, lê wisa nebû, jê re li hev nehat. Wekî encam, li derveyî welêt bi ser bikeve an jî nekeve AKP bi her awayî rojevê diguherîne, lewra di bin tabloya ku li jêr em dê bi kurteyî pêşkêş bikin de ew êdî tengijiye.

Rewşa aboriyê, mîna berfa nava avê ye!

Di vê tengasiya aborî ya ku Tirkiye ketiyê de, ji bo pişkinîna kûrên diwîzan, ya dê rêjeya faîzê bilind bikarana an jî dê rezervên Bankeya Navendî xerc bikirana. AKP riya duem hilbijart û qaşo “bi armanca kêmhiştina rêjeya faîzê ya sala 2020an, bi riya firotina diwîzan hewl da ku kontrola kûran” pêk bîne. Jixwe Erdogan jî vê yekê qebûl kir û got: “Rezervê diwîzan bo rawestandina milmilaneya kûrên diwîzan hat bikaranîn” û bi vî awayî qaşo bersiva pirsa “128 milyar dolarên Bankeya Navendî bi ku ve çû?” da. Lê bes ev jî bikêrî tiştekî nehat û BN (Bankeya Navendî) faîzan 8.25 ji % bilind kir heta asta 17 ji %. Bi vî awayî Tirkiyê bû yek ji 10 dewletên ku di Dinê de rêjeya faîza wan herî zêde ye. Bi kurtî him rezerv hatin mehandin him jî faîz hat bilindkirin.BN ya ku hesabê sala 2020an bi 41 milyar dolarên kêmek (negatîf) girt, tê gotin ku di destpêka sala 2021ê de rezerva xwe ya kêmek derxistiye ser 60 milyaran.

Piştî ku rêjeya faîzan hatin bilindkirin, bilez û bez ji derve 18 milyar dolar hat, lê ew ne bi armanca veberhênana aboriyê hat şandin, vî pereyê germ ji bo xatirê faîzê bû. Mînak “li DYE (Emerîka) faîza tehwîlek mehane (ji bo salekî) 0,45 ji sedî ye. Ango ji bo mehekî 0,0375 ji % dike. Li Tirkiyê faîza nîşander 14,78 ji % ye. Hatiniya mehekî 1,23 ji % dike.” Sebeba hatina pereyê germ ev e. Gava Erdoganê ku bi referansa îdeolojîk a Hişmendiya Netewî faîza bilind “heram” bibîne û wê dîsa daxîne, helbet pereyê tezeyê germ dê bipaşve bireve.

Polîtîkayên diravî taybetiyên xwe yên li ser devê kêrê didomînîn, jixwe rewşa aboriyê tenê bi polîtîkayên pereyan nayên sererastkirin.

“Apê Dikandar”, GÎYAD û TÎSK rûxandina civakî tînin zimên!

Bi fişara pandemiyê dezgeh û sazî tên girtinê, rêjeya betalî û xizaniyê her diçe zêde dibe! Li bajarên Kurdistanê “ji du kesan yek betal e! Ji deh kesan heft kes deyndar in.” Rêjeya kesên ku li malê xwarinê amade nakin her diçe mezin dibe! Rêjeya newekheviyê bilind dibe!

Kesên zengîn zengîntir, feqîr jî feqîrtir dibin! Bi milyonan karker mahkûmê mûçeyên herî kêm in, lê belê mûçeyên herî kêm jî di pratîkê de tev nayên dayin. Karmendên ku betaliyê wekî fersend dibînin, mûçeya herî kêm a ku 2825 lîre ye derbasî hesab dikin, lê bi lihevhatineke dualî û devkî li gora rewşê ji karkerekî 1000 lîre an 1500 lîre bi paşve digrin!

Tabloya civakî û aborî ew çend giran e ku, di raporên wekî TÎSK û GÎYAD ên saziyên karmendan de jî tê eşkerekirin ku “64 ji % xortên betal dibêjin em dikarin li kargehekê tenê bi nanoziko (bo heqê rê û xwarinê) bixebitin. Ev rêje di navbeyna kesên temenên wan 18 û 22 salî de di rêjeya 74,3an ji % de ye.” Ciwanên ku bibêjin em dê bi nanoziko bixebitin! Îcar Saziya Îstatîstîk ya Tirkiyê (TÜÎK) di vê rewşa ku betalan hêviya xwe ji dîtina kar birîne re dibêje “bêkarî 303 hezar daketiye û tenê 4 milyon û 5 hezar kes mane… Rêjeya betaliyê daketiye 12,9 ji %.” Bi vê peyvê derewa qaşo “kêmbûna” bêkariyê diafirîne. Di dema ku TÜÎK rêjeya betaliyê 12,9 ji % daxuyand, DÎSK-AR bi pênaseyek berfirehî bêkariyê 28,8 ji %, hejmara bêkaran jî wekî 10 milyon û 382 kesan eşkere kir. “Apê Dikandar” jî bi kurteyî tabloyê wiha tîne zimên: “Ez rûnê zeytê bi stekanan, ava firingiya bi kevçiyan difroşim. Bi gel re pere tune ye.” Îcar werin bifikirin! Betalî û enflasyona ku qet nakeve, bûye çendîn arîşeyek mezin û civakî ku desthilatdariya AKPê di bin de dinale!

 Di vê tabloya li pêş desthilatê de; ne rêwingiya Libyayê ya “yadîgara 500 salan a bapîran”, ne dirûşma “Welatê Şîn”, ne pengava “mizgîniya xazê” ya li Deryaya Reş, ne lêgerîna “serkeftina” li Qerebaxê, Eyn Îsayê, Garê û Şengalê. Û herwiha lêgerîna serkeftina ku li erdê bidestnexistin li “esmanan” didomînin… Ev hemî hewldan, rojeva rasteqîn a karker û xizanan nikarin biguherînin! Ew nikarin belavbûn û veqetîna girseya AKPê bisekinînin! Erdogan kengê derkeve kuçeyê bi feryadên “ez betal im, birçî me!” re rûbirû dimîne. Lewra rojeva rasteqîn a bêkaran, karkeran, feqîran û bi taybetî dayikên ku dibêjin “ger dereng biçim bazarê, ez dê çend parçeyên erzan bidestxim”, rojev betalî ye, enflasyon e û barana zema buhayê alavan e!… Egera yekem a ku Erdogan di siyaseta hundirîn de hertim mecbûrî guhertina rojevê dike, qeyrana aborî û encamên wê yên ku nikare çareser bike ne.

Dafikên siyasî yên li pêşiya Tifaqa Cumhûr him li derve û him jî li hundir her diçe kûr dibin…

Daxuyaniyên Joe Bîden ên ku li Konferansa Munîhê gotibû: “Emerîka bi paş ve vegeriya. Em bi Tifaqa NATO ve girêdayî ne, giringiyê didin hevalbendiya DYE û YE”, ji bo ku biryarekê bide dê zorê bidin Tirkiyê; ya ew dê “Tifaqa Transatlantîk an jî dê Tifaqa Şangay” hilbijêre. Tifaq dikeve pêvajoyek wisa ku dê qada siyaseta Lîbya, “Welatê Şîn”, Deryaya Reş û Kurdistanê li wî teng bibe. Ango li derve ew nikare “mizgîniyan” bide!

Tifaqa Cûmhûr, di şertên ku di hundir de bihayî agir bi sûk, bazar û mutbexê xistiye, nikare belavbûna girseya xwe rawestîne û ew ji bo xwe bigihîne dengdêrên nuh jî arîşeyên xwe hene. Û meyldariya reva ber bi refên bihêz, ber bi aliyê emîndar didome. Pengavên dubare yên hilbijartina pêşwext ku ew hewldanên zindîhiştina girseyê ne jî bêhude ne. Bi mehan e li deriyê partiyên siyasî didin, lê mixabin nikarin “Tifaqa” xwe fireh bikin. Him li hundir him li derve her pengavek Tifaqa Cûmhûr ji bo hilbijartina pêşwext e, lê belê ne li derve “serkeftinek” bidestxistin û ne ji li hundir Partiya “İYİ” kişandin cem xwe.Bo parçekirina Tifaqa Milet, heta niha bi saya êrîşên li dijî HDPê wan tiştekî bi dest nexistine. Xwestin berdêla têkçûna Garê bikin sitûyê HDPê, lê ew jî bi ser neket, ji ber ku êdî qral tazî ye! Lê di pratîkê de fatûre li gelê Kurd û siyaseta wî tê birrîn.Qadroyên ku legal, meşrû û li gora qanûnan siyasetê dikin kom bi kom tên girtin! Nîşaneya zelal ev e ku li 40 bajaran 718 kes (piraniya wan HDPyî ne) hatin binçavkirin. MHP, BBP û çapemeniya nêzîkî desthilatdariyê wêneyên “wekîlên ku nêrîna dewletê biribûn Qendîlê” didin nîşandan û bi vî awayî HDPyê sûçdar dikin û dixwazin bingeha girtina wê amade bikin. Tifaqa Cûmhûr jî li riyên fermîkirina qedexehiya siyasetê digere ku jixwe ji salên 2015an heta niha bo Kurdan di pratîkê de pêk dianî! Armanca giftûgoya Erdogan û Bahçelî ya qaşo derheqa “Qanûna Hilbijartinê û ya Partiyên Siyasi” ev e! Sebeba duam a veguhestina rojevê xitimandina siyasî ye.

Heta niha dewlet li hember Kurdan hertim ne rewa bû!

Silêman Demirel ji salên 1991, 1993 û heta sala 2000an, ango dema serokwezîr an serokkomar bû, di derheqa 360 kesên windayî de wiha gotibû: “Ger îcab bike, dewlet dikare nerewa tevbigere.” Jixwe dewlet ji dema ku hatiye damezrandin û heta niha li hemberî Kurdan “rewa” tevnegeriyaye! Du mînakên nêzîk ev in: Di nava 33 fezlekeyên wekîlan ên ku ji meclisê re hatine şandin de, 29 fezleke bo kesên HDPyî ne, yek jê bo kesekî DBPyî û 3 fezlekeyên mayî jî (ji fediya rû) bûne para hemî partiyên din! Û awayê “demokrasiya dest bilindkirin û danînê”, dê li dijî Kurdan dîsa bikeve meriyetê! Mînaka din: Du wezîr Akar û Soylu gava derheqa operasyona Garê de agahî dan partiyên ku di meclisê de grûbên wan hene, bi HDPyê re hevdîtin pêk neanîn. Digel ku ew partiya 3. e jî! Sepandina siyaseta “ji bilî HDPyê”, divê em di meclisê de wekî “ji bilî siyaseta Kurdan!” fam bikin. Fermo ji we re versiyona li meclisê ya ne rewa ku dewlet li dijî Kurdan pêk tîne! Versiyona kuçeyan bi mînaka revandina Gökhan Güneş û xwendekarên li Enqereyê ku wan li nava rojê revandin û gotin “em kesên nexuyayî ne”, em dizanin. Kesên ku “nayên dîtin”  li navrojê û li ber çavên herkesî mirovên şoreşker, sosyalîst û welatparêz direvînin! Dewlet li holê tune ye! Welê dixuye ku tirimbêlên reş ên kesên “Em nayên dîtin” dê cihên Torosên Sipî  ên salên 1990î bigrin!

AKP dest bavêje çi, ya di dest de dimîne an jî di bin piyan de diteqe….

Bi kurtî, bingeha aborî, polîtîk û civakî, ji bo AKPyê wekî zeviya mayînan e. Ew dest davêje çi ya di dest de dipelişe an mîna bombeyê di din piyên wê de diteqe. Polîtîkaya wê ya faîzê, îlankirina “reformê” bo sala 2021ê, erkdarkirina rektorê “qeyûm”, mijara Libyayê, “Welatê Şîn”, Îdlib, Efrîna ku darên wan ên zeytûnan jî dizîn… û hwd. Tifaqa Cûmhûr, qeyrana ku ji vê tabloyê pêkhatî ye nikare çareser bike, nikare birêve bibe, lewma arîşeyan bindoşek dike. Rojeva nuh niha makeqanûn e! AKPyê mehên dawî yên sala 2020î bi xapandina “em dê di warê dadmendiyê û aboriyê de reforman pêk bînin” derbas kir. Herwiha dubare kir ku ew dê qaşo sala 2021ê bikin sala reforman, Lê belê dît ku ew bi MHPyê re nikare “reforman” çêbike, vêca mijara “destûreke sivîl” mîna kevirekî giran da ser milê xwe û niqaşa wê da destpêkirin.

Mijara makeqanûn kevirekî qirase ye ku Erdogan nikare bavêje, lê bi zanebûn daye ser milê xwe!

Rojeva niha niqaşa “makezagoneka nuh a sivîl” e ku li holê qet naxuye! AKP leystika xwe ya siyasetê vê carê li ser makeqanûnê plan dike. Em di serî de vê yekê bêjin: Heke gelê Kurd, karker, jin, grûbên bawermend, ciwan, bi xwestekên xwe yên li kuçe, qad û kargehan nebin dînamîkên damezrêner ên makeqanûnê, di navbeyna destrêjka Tifaqên Cûmhûr û Milet de wekî peymaneka nuh makeqanûn dernakeve holê! Erdoganê ku vê yekê dizane, ji bo pirsgrêkan bindoşek bike kevirekî ku dê nikaribe bavêje da ser milê xwe! Bi mehan e ku dibêje “sala 2021ê dê bibe sala reformên aboriyê û dadmendiyê”. Di dema ku divê wî pengav bavêta, got “li Tirkiyê roja niqaşa makeqanûnek nuh hatiye” û bi vî awayî rojevê guhert. Lewra ji bo qaşo “reforman” hejmara wekîlên AKPyê û MHP têr dike, lê ji bo guherîna destûrê têr nake! Seba guherîna qanûna esasî pêdivî bi piştgiriya Tifaqa Milet an HDPyê heye. Lê bes her du jî şertên vegera li sîstema parlemanê didin pêş. Heçî HDP ye, pêşniyaziyên nuh jî pêşkêş dike.

AKP dibêje: “Tirkiyê yekemcar e ku derfeta makeqanûnek nuh bi dest xistiye. Divê hemî partî di vê pêvajoyê de cih bigrin. Em dê bi herkesî re bişêwrin û divê em metneka destûrê amade bikin.” Baş e, divê karê yekem ê AKPyê niqaşa reşnivîsa metnê destûreka wisa sivîl û nuh be ku maf û azadiyên bingehîn, wekheviya baweriyên cihê, naskirina Kurdan û mafên wan, çareserkirina kêşeya Kurd ku ew 100 sal in didome tê de hebin. Ya girîngtirîn jî, divê veguhestina xalên 2. û 3. ên nijadperest jî di nav de, her sê xalên “nayên veguhestin û veguhestina wan nayê pêşniyazkirin jî” ku ew ên destûra 1982an in, bikevin nava çarçoveya vê guherandinê. Ger ev ne di nav de bin, metnê destûreke “medenî û nuh” nayê amadekirin.

Heke Erdoğan dixwaze li pişt angaşta xwe ya “Sed saliya komarê, em divê ne bi hebûna makeqanûna darbeyê, divê bi destûreka nuh û sivîl pêşwazî bikin” bisekine, wê demê bila pêşniyaziya derxistina sê xalên ku tê gotin “veguhestina wan jî nayê pêşniyazkirin” ên generalên darbekar, pêşkêş bike. Gelo ew dê pêşniyaz bike? Ne pêkan e. Gava vê yekê pêşniyaz bike, MHPyê li aliyekî bihêlin, ew nikare piştgiriyê ji CHPyê jî bigre. Lewra Kiliçdaroglû bi peyva xwe ya “pêdiviya Tirkiyê bi makeqanûnek nuh û demokratîk heye, lê belê bi şertê ku her çar xalên sereke neyên guhertin”, wî li rex generalên darbekar cih girt.

Bi kurtî û Kurmancî em bêjin, gotarên AKPyê yên ku di van mehên dawî de tîne zimên; “sala 2021ê dê bibe sala huqûq û dadmendiyê”, “werin em sala 2023 bi mizgîniya hevpeymaneka civakî ya nuh pêşwazî bikin”, “werin em salvegera 100. a komarê ne bi destûra darbeyê lê bi destûreka sivîl pergînî lê bikin”, ev hemî hewldanên guherîna rojevê, bidestxistina demê û wêdedayina pirsgrêkan in. Tifaqa Cûmhûr ku makeqanûna niha jî pêk nayne, nikare destûreka nuh çê bike! Bi kurtî, divê kesek nekeve leystika Makeqanûna Nuh a Tifaqa Cûmhûr… 

Lêgerîna siyaseteka bêyî Kurdan, ne tenê bêçaretî ye herwiha pirsgrêkan hel jî nake…

Lêgerîna Tifaqa Cûmhûr a “siyaseta bêyî Kurdan”, bi qasî ku bênewa ye herwiha derfetên çareseriyê jî dernaxe holê. Wisa dixuye ku ew dê di bêçaretiyê de pêkoliyê bikin. Gelê Kurd çewa ku heta niha li ser bingeheke demokratîk rê û rêbazên siyasetmedariyê afirandiye, ew dê dîsa biafirîne. Û tekoşîna li dijî lêgerîna siyasetek bêyî Kurdan tenê ne erka ser milên Kurdistaniyan e, herwiha bar û berpirsiyariya ser milê hêzên demokratîk ên Tirkiyê ye jî.

Em di pêvajoyek awarte re derbas dibin! Rewşeke wisa heye ku, yekî mîna Tugrul Turkeş jî ji vê pêvajoya awarte re dibêje “neteweperestiya har”! Pengavên pêwîst ev in: Li Kurdistanê payidarkirina yekitiya netewî, li Tirkiyê geşepêdana hevkariya bi hêzên demokratîk re, bihêzkirina sefên partiyê!… Û bêguman çûyîna cem gelê karker û xebatkar!

28. 02. 2021 

[email protected]

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights