Ana SayfaCÎHANMacron: Em piştgiriya gelê Kurd li herêmê dikin

Macron: Em piştgiriya gelê Kurd li herêmê dikin

Lûtkeya Yekîtiya Ewropayê li Brukselê tê lidarxistin û mijara sereke ya civînê enerjî ye û serok û berpirsên welatan têde beşdar in.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron beriya biçe civînê ji rojnamevanan re axivî.

Nûçegihana Rûdawê Ala Şalî li Brukselê ji Macron pirsî, “Piştî xwepêşandanên li Îranê yên ji bo azadiya jinan, li Îranê gelek Kurd bi darvekirinê tên cezakirin. Hûn li hemberî vê rewşa nû çawa tevdigerin?”

Di bersivê de Macron got, “Tu helwesta min di derbarê Îranê de dizanî. Min ji destpêkê ve piştevaniya gelê Kurd kiriye, ez dixwazim careke din piştevanî û hevxemiya xwe bo gelê Kurd li hemû deverê dubare bikim û em hertim ji bo parastina asayîş û silametiya gelê we gelek pabend bûne. Ez dixwazim wê xalê jî dubare bikim, ne tenê li vir, lê bi giştî û heftiya bê ezê herim Emmanê ji bo kongreya duyem a Bexdayê, û dê rewş bi taybetî were gotûbêjkirin.”

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights