Ana SayfaGIŞTÎLIJNEYA WEZÎRAN YA HERÊMA KURDISTANÊ LI SER REFORMA WEZARETA PÊŞMERGEYAN KOM BÛ

LIJNEYA WEZÎRAN YA HERÊMA KURDISTANÊ LI SER REFORMA WEZARETA PÊŞMERGEYAN KOM BÛ

Lijneya Wezîran ya Herêma Kurdistanê îro şemiyê ji bo gotûbêjkirina reforma ku wê li Wezareta Pêşmergeyan bên kirin, kombûneka taybet saz kir.

Li gorî nûçeya li ser malpera Waarê hatiye belavkirin, Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro di saet 11.00an de bi serperiştiya Serokwezîrê herêmê Nêçîrvan Barzanî, ji bo ku li ser reformên ku wê li  Wezareta Pêşmergeyan  bên kirin bi awayekî taybet civiya ne.

Herwiha di kombûnê de wê projeya pêkanîna artêşeke rêxistinkirî bo hêzên Pêşmerge bê pesendkirin.

Sekreterê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê Cebar Yawer jî di daxuyaniyek xwe de eşkere kiribû ku, bi kombûna Civata Wezîran, dê rêkarên pêkanîna artêşeke rêxistinikrî bo Pêşmergeyên Kurdistanê diyar bibe.

krd.sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights