Ana SayfaGIŞTÎLi Wanê 63 koçberên Efxanî hatin desteserkirin

Li Wanê 63 koçberên Efxanî hatin desteserkirin

Tîmên Fermandariya Cendermeyan a Parêzgeha Wanê li ser agahiya ku grûbeke koçberên Efxanî bi awayek neyasayî sînor derbaskirine û xwe di depoyeke nêzîkî Navçeya Pîşesaziyê ya Gevaşê de veşartine operasyonek dan destpêkirin.

Di encama operasyonê de 63 koçberên Efxanî yên ku xwe di wê depoyê de veşartibûn hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan beşek ji wan koçberan nexweş bûn û beşek ji wan jî di rê de birîndar bûne.

Hat ragihandin ku piştî dermankirina koçberên birîndar, koçberên destserkirî bo Navenda Koç û Koçberan a Wanê hatin şandin.

Parêzgarê Wanê berî demekê ragihandibû ku tenê di Sibata îsal de 3 hezar û 288 koçberên Efxanî û 171 qaçaxçî li Wanê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desterkirin. Herwiha hêzên ewlekariyê heta niha dest danîne ser 68 otomobîlên ku di veguhastina koçberan de dihatin bikaranîn.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights