Ana SayfaGIŞTÎLi Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên 'lêpirsîna ewlehiyê' derbas nekin dê...

Li Wan û Colemêrgê qedexekirina zozanan: Ên ‘lêpirsîna ewlehiyê’ derbas nekin dê nikaribin şivantiyê bikin

Li Colemêrg û Wanê 185 mêrg û zozan îsal jî wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” hatin îlankirin. Di giştînameya hatiye weşandin de hatiye diyarkirin ku gava kesên biçin zozanan, li zozanan çav bi endamên rêxistinê bikevin û wan îxbar nekin dê ji zozanan bên derxistin û her wiha şertê lêpirsîna ewlehiyê jî li ber şivanan hatiye danîn. 

Îsal jî li Colemêrg û Wanê 185 mêrg û zozan wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” hatin îlankirin. Li gor giştînameyên ku waliyên her du bajaran belav kirine, şertê “qeyda sicîlê” danîne ber koçerên dê bên her du bajaran. Walîtiya Colemêrgê, di giştînameya xwe de diyar kiriye ku ger xwediyê heywanan û şivan alîkariya rêxistinê û kesên sûcdar bikin û gava kesên wiha bibînin û îxbara wan nekin dê bi tu awayî nikaribin sûdê ji zozanan bigirin. 

LI WANÊ 68 ZOZAN HATIN QEDEXEKIRIN

Di giştî nameya Walîtiya Wanê de, ji 673 zozanên li bajêr 68 jê wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” hatine îlankirin. Ji bo kesên zozan û mêrgan kirê dikin şertê esasgirtina hemû proseduran û ji bo şivanan jî şertê “qeyda sicîlê” hatiye danîn. Kesên zozan an jî mêrgan kirê bikin divê hemû agahiyên derbarê efrdên malbatê de bidin û kesên li gor van pîvanan hereket nekin dê bên dadgehkirin. 

Li nav sînorê Wanê Elbakê 25, li Westanê 1, li Payîzavayê 24, li Çardêranê 5, li Erdîşê 3 û li Rêya Armûşê jî zozanek wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” hatine îlankirin. 

ŞERTÊ LÊPIRSÎNA EWLEHIYÊ

Li Colemêrgê jî walîtiya bajêr ji 274 zozanan 117 jê wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” îlan kirine. Walîtiyê şertê qeyda sicîlê jî daniye ber kesên biçin zozanan. 

ÊN GILÎ NEKIN DÊ JI ZOZANAN BÊN DERXISTIN

Walîtiya Colemêrgê di giştînameya xwe de xwestiye kesên biçin mêr û zozanan sîxurtiyê jî bikin. Walîtiyê diyar kiriye ku gava kesên biçin zozanan, li zozanan çav bi endamên rêxistinê bikevin û wan îxbar nekin dê ji zozanan bên derxistin. Her wiha hatiye ragihandin ku dê kesên biçin zozan û mêrgan tim ji aliyê cerdevan û eskeran ve bên şopandin. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights