Ana SayfaCÎHANLi Perûyê xwenîşandan dewam dikin: 7 kes mirine

Li Perûyê xwenîşandan dewam dikin: 7 kes mirine

Li Perûyê, welatê Amerîkaya Başûr, piştî ku Serokomar Pedro Castillo di 7ê Kanûna Pêşiyê de ji wezîfeyê hatibû girtin û ew şandibûn girtîgehê, xwenîşandan destpê kiribûn. Xwenîşandan dewam dikin. Bi hezaran kes li başûrê payext Limayê kom bûne û xwestine ku Serokomara nû Dina Boluarte dest ji wezîfeyê berde û Kongre bê girtin.

Di dema xwenîşandanan de duh (12ê Kanûna Pêşiyê) hatibû diyarkirin ku du kes mirine. Pênc xwepêşanderên din jî mirine ku hejmar bi giştî bûye heft.

Seroka Saziya Pişkîneriyê ya Dewletê Eliana Revollarê gotiye ku her heft kes jî bi çekên gulebar hatine kuştin. Her weha wê diyar kiriye ku bi kêmanî 32 siîl û 24 polîs jî birîndar bûne.

Gelek rojnamegerên ku çalakiyan dişopînin birîndar bûne û hejmara rojnamegerên hatine desteserkirin, nayê zanîn.

Ji ber ku çalakî gûr û berbelav bûne, Serokomar Boluarteyê li hin deveran rewşa awarte ragihandiye.

Serokomarê nû hilbijartina pêşwext pêşniyar kiriye

Dina Boluarteyê di 11ê Kanûna Pêşiyê de diyar kiriye ku “Pevçûneke siyasî ya ji bo welêt nebaş e, heye” û pêşniyara hilbijartina pêşwext kiriye.

Ger ev pêşniyar bê qebûlkirin, hilbijartina giştî li şûna sala 2026ê û di sala 2024ê de pêk bê.

Castilloyî nameyek şandiye

Serokomarê kevn Castillo di Kongreyê de, bi hinceta ku “erka xwe ji bo tiştên nebaş bikar aniye” ji bo wî deng hatibûn bikar anîn û ew ji kar hatibû dûrxistin. Wî, ji girtîgehê nameyek nivîsandiye û li ser hesabê wî yê medyaya civakî ev name hatiye weşandin. Pedro Castilloyî di nameya xwe de diyar kiriye ku “ew bi darê zorê hatiye girtin” û alîkarê xwe yê berê û Serokomara nû Dina Boluarte bi gotina “nijdevan” penase kiriye. (SD/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights