Ana SayfaGIŞTÎLi Newala Qesaba, li ser gorên komî vîllayan lêdikin

Li Newala Qesaba, li ser gorên komî vîllayan lêdikin

Li gorî nûçeya Fethî Balamanî ya di MAyê de hatiye weşandin, li Sêrtê, li Newasa Qesaba, li ser gorên komî avahiyên nû wê bên lêkirin. 

Gelek qurbaniyên faîlên wan nediyar û PKKyiyên di pevçûnan de can dane li Newala Qesaba hatine binaxkirin. 

Newala Qesaba nêzîkî navenda Sêrtê ye û li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD)yê, Newala Qesaba li ser 405 donimî ye. 

Li Newala Qesaba gelek gorên komî yên ermenan hene ku di qirkirina sala 1915an de hatine qetilkirin. 

Di 22yê Nîsana 1989an de cara pêşiyê li vir lêkolîn hate kirin û di du sê saetên destpêkê de hestiyên 8 kesan hatibûn dîtin. Walîtiyê di heman rojê de lêkolîn dabû sekinandin û ji wê rojê heta niha lêkolîn nehate kirin. Li Newalê di nava salan de avahî hatin lêkirin, zibil li wir tê valakirin û rê lê hatiye çêkirin. Paşê jî ji bo cihê dawet û şahiyan lê were avakirin, destûr hatiye dayîn. Ji bo projeya nû di ketina Newalê de tabelaya ku hûrgiliyên projeyê li ser nivîsandî ye, hatiye danîn. Şirketa bi navê War Yapi vê projeyê çêdike û li gorî projeyê dê bi dehan vîla, avahiyên 8 qatî û hewza avê bên çêkirin. Her wiha li qada ku dê avahî û vîla bên çêkirin, ofîsa firotinê hat avakirin û derdora ofîsê bi bariyeran hatiye girtin. 

Gilî hatiye kirin 

Serokê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Sêrtê yê berê û rojnameger Zana Aksû bi salan e li ser mijara li Newalê xebatan dike diyar kir ku wan wek komeleyê di sala 2011an de ji bo Newal bê parastin û derbarê rayedarên wê demê de li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê gilî kirine. Aksûyî destnîşan kiriye ku bi qasî wan daneyan bi dest xistiye, nêzî 300 cenaze li wir hatine veşartin û got: “Tevî ewqas serlêdanên fermî ne derbarê kesî de lêpirsîn hat destpêkirin û ne jî Newala Qesaba hat parastin. 8 cenazeyê ji wir hatine derxistin jî aqûbeta wan nehat ronîkirin.”

“Wê peyker were çêkirin”

Aksûyî aniye ziman ku bi çêkirina van avahiyan re dê şerma li ser şermê were zêdekirin û wiha got: “Daxwaza bila peyker were çêkirin hebû. Lê belê li şûna vê li ser cenaze ango hestiyên însanan akademiya polîsan, rêya duble, eywana dawetê hat çêkirin. Niha jî biryar hatiye dayîn ku bînayên bilind û vîla werin çêkirin. Di bin van avahiyên dê bên çêkirin de bi sedan cenaze hene. Lêgerîna Dayikên Şemiyê heye. Lêkirina van avahiyan a li ser hestiyan bêwîjdanî ye. Divê tavilê dest ji vê biryarê berdin. Ev avahî li ser qadek berfireh tên çêkirin. Em bang li hemû derdoran dikin ku ji bo Newala Qesaba bi hestiyarî tevbigerin.” (EMK/FD) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights