Ana SayfaKURDISTAN“Li Kampa Holê îsal bi kêmanî 26 kes hatine kuştin"

“Li Kampa Holê îsal bi kêmanî 26 kes hatine kuştin”

Koordînatorê Bicihbûyî yê Sûriyeyê û yê Alîkariya Mirovî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekgirtî (NY) Îmran Rizayê serdana bakur û rojhilatê Sûriyeyê kiriye û çar rojan li wir maye. Rizayê piştî serdana xwe derbarê rewşa li herêmê de hin zanyarî belav kirine. 

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ku Ofîsa Koordînasyona Alîkariya Mirovî ya NYyê (OCHA) weşandiye, Rizayî di nava çar rojan de li Heseke û Reqayê serdana hin deran kiriye û hevdîtinek bi Waliyê Hesekê Dr. Louay Sayyouh re kiriye. 

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li bakur û rojhilatê Sûriyeyê “krîzeke cidî ya avê ji her aliyî ve heye” û li herêmê krîza ava vexwarinê heta ava ji bo çandiniyê, bidestxistina xurekan heta hilberana elektrîkê, li gelek hêlan krîz hene. Her weha hatiye gotin ku ev krîz bandorê li tenduristiya mirovan û çavkaniyên debarê jî dike.

Koordînatorê Mafên Mirovan ê NYyê Rizayî di dema serdana xwe de çûye li kampa kesên ku ji cih û warên xwe bûne jî kiriye. Riza li Hesekeyê çûye kampa Arîşeyê, li Reqayê jî çûye Kampa Mahmûdliyê û bi rayedaran re civiyaye. 

Di hefteyekê de sê kes hatine kuştin

Riza derbarê kampa Hol û Rojê de gotiye ku ji ber tundkariya li nava kampan zêde bûye, ew metirsîdar e. 

Li gorî daneyên OCHAyê, di nava hefteyekê de sê kes hatine kuştin û îsal di vê kampê de 20 jê jin, bi kêmanî 26 kes hatine kuştin. 

Rizayî bang li hemû aliyan kiriye û ji bo pevçûn gûrtir û zêdetir nebin xwestiye hemû alî li gorî hiqûqa mafên mirovan a navnetewî tevbigerin:

“Ya hewce çareseriyeke siyasî ye; ne ku operasyonên leşkerî zêdetir bikin. Û helbet bêhtir alîkariya mirovî bikin.”

Li gorî daneyên dawî yên ku OCHAyê weşandine, li kampa Arîşeyê ji sedî 85ê wê jin û zarok 14 hezar 526 kes; li kampa Mahmûdliyê ji sedî 81ê wê jin û zarok 8 hezar û 944 kes, li kampa Rojê ji sedî 97ê wê jin û zarok 2 hezar û 506 kes, li kampa Holê jî ji sedî 94ê wê jin û zarok zêdetirî 56 hezar kes dijîn. (SD/FD) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights