Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊLi Iranê di hefteyekê de 32 kes hatine darvekirin

Li Iranê di hefteyekê de 32 kes hatine darvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê aşkere kiriye ku di hefteya dawî de li Îranê 32 kes hatine îdamkirin. Di nava 32 kesên hatin darvekirin de 3 jinên ku bi tohmeta ku “hevjînên xwe kuştine” hatine darizandin û di 27ê Tîrmehê de ew jî hatine bi darvekirin.

Li gorî nûçeya BBC, di nava jinên ku ji ber kuştina hevjînê xwe hatine darvekirin de jinekê ku di zarokatiya xwe de bi zorê hatiye zewicandin jî heye.

Rêxistina Mafên Mirovan di 27ê Tîrmehê de derbarê mijarê de daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku Soheyla Abadî ya ku di 15 saliya xwe de bi darê zorê hatiye zewicandin di girtîgehê de hatiye darvekirin û bi hinceta Abadî hevjînê xwe kuştiye ev ceza lê hatiye birîn. Ew deh sal berê zewicîye. Dadgeha ku cezayê îdamê daye Abadîye, biryar daye ku ji ber “lihevnekirina nava malbatê” hevjînê xwe kuştiye.

Li gorî daxuyaniya wê rêxistinê, du jinên din ên ku di heman rojê de bi Soheyla Abadîyê re hatibûn îdamkirin jî, bi tohmeta ku hevjînê xwe kuştine dihatin dadgehkirin.

Hejmara tam ya bidarvekirinê jî nayê zanîn, ji ber ku rayedarên Îranê her bûyerek darvekirinê bi fermî aşkere nakin.Li gorî rapora ku di Nîsana 2022an de ji hêla du rêxistinên mafên mirovan ve hatî weşandin, tenê 16,5 ji cezayên darvekirinê yên ku tê texmîn kirin di sala dawî de hatine îdam kirin ji hêla rayedarên fermî ve hatine aşkere kirin.

Di 6 mehan de 251 kes darvekirine

Li gorî lêkolîneke ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û Navenda Mafên Mirovan a Abdurrahman Boroûmendî a Îranê kiriye  rayedarên Îranê di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 30ê Hezîrana 2022an de herî kêm 251 kes îdam kirine.(SD/AY)

Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights