Ana SayfaKURDISTANLi Hember Gefên Tirkî, Alîyên Sîyasî Daxwaza Herêmeke 'Bêfirîn' Dikin

Li Hember Gefên Tirkî, Alîyên Sîyasî Daxwaza Herêmeke ‘Bêfirîn’ Dikin

Di daxuyanîyê de bang hat kirin ku hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê û di serî de Amerîka, herwiha Rûsya, li hember Tirkîyê tedbîran bigirin, ku qedexeya hewayî li ser Bakur û Rojhilata Sûrîyê ferz bikin, da ku pêşî li erîşeke nû were girtin.

Derbara vê daxwazê de endamê nivîsgeha têkilîyan di MSDê de Cemal Reşîd wiha got: “Tê xwestin ku ezmanê herêmê li pêş firîna balafirên Tirkîyê bê girtin, daku êrîşeke nû pêk neyê, çimkî şer derkeve wê dîsa komkujî û koçberî çêbibin, loma pêwîst e dengê hemû alîyan bibe yek li hember gefên Tirkîyê.”

Ji alîyê xwe ve serokê şaxê Efrîn û Şehbayê di Partîya Sûrîya Paşerojê de Mihemed Beyrem di wê hizrê de ye ku qedexekirina hewayî anku herêmeke dijî firînê wê di sûda hemû Sûrîyan de be, neku tenê rê li ber gef û êrîşên Tirkîyê bigre, lê jibo parastina serwerîya Sûrîyê jî pêwîst e.

Herwiha Beyrem dîyar kir ku çi êrîşa Tirkî wê dîsa xeterîya terorê vejîne, ku komên tundrê li herêmên jêr destê wê de bi cih bûne û wiha dewam kir: “Me dît çend serkirdeyên DAIŞê li herêmên dagîrkirî hati kiştin, weke el-Bexdadî û Qeredaş li Îdlibê û vê dawîyê el-Egal li Efrînê, ev dide xuya kirin ku komên terorîst di bin siya Tirkîyê de xwe rêxistin dikin ku bi vê rêyê Tirkîye jî dixwaze xewnên xwe yên Osmanî pêk bîne.”

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ji meha Gulanê û vir ve gefên Tirkîyê yên pêkanîna operasyoneke leşkerî li dijî deverên bakurê Sûrî zêde bûne, li hember vê yekê hin lihevkirin di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûrî bi çavdîrîya Rûsya hene, ku alîyên sîyasî jî di çarçoveya rêgirtina hember Tirkîyê de hewlan didin û dixwazin herêmeke dijî firînê çêbibe.

WOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights