Ana SayfaÇAND HUNERLi Enqerê Ser Keda Jinên li Malê Pirtûkeke Nû Hate Weşandin

Li Enqerê Ser Keda Jinên li Malê Pirtûkeke Nû Hate Weşandin

Şahîn demeke dirêj e ku li ser têkoşîna jinên Ewrupî, Amerîkî û welatên din lêkolînan dike û piştre dîtiye ku di warê jinên ku li mal kar dikin de kêmahî jeye loma ev pirtûk nivîsîye.

Şahîn bi xwe ji Devera Derya Reş ya Tirkîyê ye û Ermenîyeke Hemşînê ye. Ew her çiqas bi zimanê Tirkî binivîse jî, ji Dengê Amerîka re hestên xwe bi zimanê Ermenî wiha dîyar dike:

“Sedema nivîsîna vê pirtûkê li ber kêmahîyekê ye. Piştî lêkolînên xwe, min dît ku di warê jinên ku li malê kar dikin de kêmahîyek heye. Jinên ku li male dixebitin xizmeta herî giran pêk tînin, lê keda wan di warê nîrxê aborîyê de zêde feydeke jî nayîne. Jiber wê yekê min fokusa lêkolîna xwe da ser vê derê û ev pirtûk pêk hat.”

Şahîn, gava naveroka vê berhemê amade dike, di nav dîrokê de jin di asteke çawa de cî girtîye, di nav sîstemên aborîyê de çawa hatiye çavtirsandin, li dewletên kapîtalîst û sosyalîst de bi çi şêwazê jin xwedî li keda xwe derketine, yek û yek lêkolîn kiriye.

“Di tevahîya dîrokê de jin hatine îstîsmar kirin. Jin li malê karê lênêrîna zarok, kal û pîran, çêkirina xwarinê, şuştina kincan, paxijîya malê bi belaşî dikin. Di van karên jinan de ti nîrxekî aborîyê tuneye. Di jîyana rojane de zilam li ser karên jinê hawirdora xwe ya civakî fireh dikin, lê jin jiber van karan nikarin ku xwe derxînin nav qada civakê. Ev jî mêtingerîyeke ser jinê ye.”

Şahîn di pirtûka xwe de hem nimûneyên rojane û hem jî nimûneyên nav jîyanê jî dide. Dîsa li ser jinên Anatolîyê û Mezopotamyayê jî bi taybet radiweste.

Pirtûka Şahîn ji alîyê Weşanxaneye Îzan hatiye weşandin û ew ji 238 rûpelan pêk tê.

Eyyûp Demîr / Denge Amerîka

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights