Ana SayfaGIŞTÎKOVARÊN KU HÎNA ÇAP NEBÛNE LI GIRTÎGEHÊ HATIN QEDEXEKIRIN

KOVARÊN KU HÎNA ÇAP NEBÛNE LI GIRTÎGEHÊ HATIN QEDEXEKIRIN

Girtîgeha Wanê ji bo sê kovaran biryara qedexeyê stand ku hejmarên hîna nehatine çapkirin jî di nav de ye. Hin hejmarên rojnameyên Cûmhûriyet û Ozgurlukçu Demokrasiyê jî hatin qedexekirin.

Li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê hejmarên bên çapkirin jî di nav de ji bo 3 kovaran biryar hat girtin ku nedin girtiyan.

Mecît Şahînkaya yê ji Wanê ji bianetê re name nivîsand got ku hejmarên di navbera 9 û 25ê Nîsanê yên rojnameya Cûmhûriyetê nedane. Şahînkaya herwiha destnîşan kir ku di 16ê Nîsanê de jî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê nedane.

Şahînkaya diyar kir ku ji bo kovarên Yuruyuş, Tavir û Îşçî Hareketî jî biryara “qedexeya bêdem” hatiye standin.

Talat Şanli yê girtî derbarê nedana rojnameya Cûmhûriyetê di 14ê Nîsana 2017ê de li gel Serdozgeriya Komarî giliyê rêveberiya girtîgehê kiriye.

Lê dema hejmara serlêdana daxwaznameyê ji rêvebiriya girtîgehê xwestiye jê re gotine ku “daxwaznameyeke wiha nîne”.

Şanli diyar kir ku derbarê vê mijarê de jî giliyê îdarê kiriye.

Şanli destnîşan kir ku motora saetê, radyo û pêlava sporê jî rêveberiya girtîgehê nedaye wan. (AS/FD)

BiaNet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights