Ana SayfaGIŞTΑKOMXEBATA YEKÎTIYA NETEWÎ’ BIRÊVE DIÇE

‘KOMXEBATA YEKÎTIYA NETEWÎ’ BIRÊVE DIÇE

Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê, partiyên Kurdî îro ji bo ‘Komxebata Yekîtiya Neteweyî’ dicivin ku dê bo dema du rojan berdewam bike.

Li parêzgaha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya ‘Tifaqa Kurdistanî’ ku ji aliyê 9 partiyên Kurdî ve hatiye pêkanîn, civînek îro tê encamdan.

Li gor zanyariyên Rûdawê, partiyên Kurdî di vê civînê de, rojevên weke, yekîtiya netewî, modêla Îtîfaqa Netewî li Bakurê Kurdistanê, nexşerêya ku Tifaqa Netewî ji bo parastina destkeftiyên Kurdan bingeh bigre, dê nîqaş bikin.

Komcivîna Yekîtiya Netewî li Hotêla Demîr a li navçeya Sûra Amedê, birêve diçe û berî niha Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê, Sînan Çiftyurek ragihandibû, bi armanca avakirina yekîtiya netewî, dê 9 partiyên Bakurê Kurdistanê li hev bicivin.

Di vê derbarê de Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê, Sînan Çiftyurek ji Rûdawê re axivîbû û gotibû, li komxebatê dê li ser modela yekîtiya neteweyî di navbera Kurdan de gotûbêjan bikin.

Navê Hereketa Azadî jî di nav lîsteya partiyên beşdar de hatibû ragihandin lêbelê Hereketa Azadî bi daxuyaniyekê aşkere kir ku ew di wê komxebatê de cih nagirin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Şoreşgerên Kurd ên Demokrat (DDKD), Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokrata Kurdistan  Tirkiye (PDK-T) beşdarî civînê dibin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights