Ana SayfaKURDISTANKomxebata Tifaqa Kurdistanî: Tê xwestin rê li ber êrîşa ser Rojava bê...

Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Tê xwestin rê li ber êrîşa ser Rojava bê vekirin

13ê Mijdara 2022ê li Cadeya Îstîklal a navçeya Teqsîmê ya Stenbolê, teqînek çêbû û di encam de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran e.

Piştî teqînê lêkolîn hat destpêkirin û  kesek bi navê Ehlam Elbeşîr di operasyoneke hêzên ewlekariya Tirkiyê de hat desteserkirin ku bi gotina Tirkiyê ew kes xelka Sûriyê ye û fermana teqînê li Kobanî ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wergirtiye. Lê YPGê bi daxuyaniyekê ev îdiayên Tirkiyê duh 14ê Mijdara 2022ê red kirin.

Komxebata Tifaqa Kurdistanî Tifaqa Kurdistanî  îro 15ê Mijdara 2022ê derbarê wê teqînê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand, li şûna zelalkirina komkujiyê, tê xwestin ku rê li ber êrîşa bo ser Rojava bê vekirin.

Komxebata Tifaqa Kurdistanî  di daxuyaniya xwe de sersaxî li kesûkarên qurbaniyên teqînê dike û dibêje: “Di encama êrîşa bombeyî ya roja Yekşemê (13.11.2022) ku li Kolana Îstîklalê ya Taksimê pêk hat, 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn. Di serî de em ji bo welatiyên me yên ku jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê, ji malbatên wan re sebrê, ji birîndaran re jî şifayê û ji gelê xwe re jî sersaxiyê dixwazin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin “Em wan kesên ku hêviyên xwe li ser hewldanên aloziyên bi vî rengî ava dikin û hewl didin bi rêya aloziyê bigihîjin armanca xwe şermezar dikin. Tu hinceta  êrîşa li dijî sivîlan tine ye, ev tawaneke eşkere yê li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin diyar bikin ku em van êrîşan red dikin. Piştî êrîşê, saziyên fermî yên pêwendîdar raya giştî agahdar nekirine û medyaya civakî ya ku yek ji amûrên bidestxistina agahiyan e girtin û demek dirêj venekirin. Ji aliyê din piştî daxuyaniyên ku hatin dayîn jî, li şûna ku aqûbeta bûyerê zelal bike, zêdetir nîşaneyên pirsê derxistin holê.”

Derbarê îdiayên Tirkiyê ku dibêje fermana teqînê ji Rojavayê Kurdistanê hatiye dayîn jî Komxebata Tifaqa Kurdistanî Tifaqa Kurdistanî dibêje: “ Hat diyarkirin ku ferman ji Kobanê hatiye, jina hatiye girtin derbasî Efrînê bûye û ferman ji aliyê Amerîkayê ve hatiye dayîn. Ev demeke dirêj e Efrîn di destê Tirkiye û rêxistinên di bin kontrola wê de ye  û ji aliyê wan ve tê birêvebirin. Ev dema ku em di nava pêvajoya hilbijartinan de ne, eşkere ye ku tu cih û mekanîzmayek ku civak pê bawer bike nemaye. Kes naxwaze careke din pêvajoyeke bi vî rengî bijî. Weke ku me gelek caran gotiye, divê hilbijartin di rewşeke ewle de pêk werin. Piştî nakokî û paşguhkirina mafê gel ê agahdarkirinê, operasyonên manipulekirinê zêde bûn, gotûbêjên li ser hewldana rewakirina êrîşa li dijî Rojava, krîmînalîzekirin û girtina HDP’ê zêde bûn. Nivîs û sernivîsên ku hevdû dubare dikin, bi lez û bez hatin pêşkêşkirin. Li dijî HDPê bi zanebûn kampanya tinekirinê hate meşandin û Rojava careke din kirin armanc. Em van polîtîka û manîpulasyonên ku xizmeta siyaseta dubendiyê dikin şermezar dikin.

Em wek Tifaqa Kurdistanî dizanin ku di bûyerên bi vî rengî yên ku ji nêz ve bi civak û siberoja wê ve girêdayî ne, çareserî ne rakirina daran e. Pirsgirêk ev e ku li vî welatî demokrasî, hiqûq, mafên bingehîn û edalet ji holê rabûye. Raya giştî li gorî encamên gelek bûyeran, bi mafdarî baweriya xwe bi daxuyaniyên fermî nayîne. Pêvajoyeke eşkere ya daxûyanî û lêpirsînê dixwaze. Diyar dike ku ew siyaset û rêveberiya ku ketiye xizmeta bêsiyasetbûnê qebûl nake. Divê hem raya giştî ya demokratîk û hem jî ya navneteweyî di vî warî de erka xwe bi cih bînin û hewl bidin ku rastî derkeve holê.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihgandibû ku gumanbara teqîna Stenbolê xelka Sûriyê ye û di nav Yekîneyên Parastina Gel de weke endama îstîxbarata Yekîneyên Parastina Gel  (YPG) hatiye perwerdekirin û ji Efrînê bi awayekî ne yasayî derbasî Tirkiyê bûye. Berdevkê YPGê Nurî Mehmûd duh 14ê Mijdara 2022ê derbarê van îdiayan de got: “Dibêjin ku ew jin ji Efrînê çûye Tirkiyê û teqîn pêkaniye lê  ew navçe di bin kontrola Îstixbarata Tirkiyê de ye û diyar dibe ku ew  teqîn şanoyeke ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatiye danîn.Erdogan dixwaze li lûtkeya Endonezya welatên cîhanê razî bike ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û ev êrîş wê bibe karta rizgarbûna wî di hilbijartinan de.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî îro 15ê Mijdara 2022ê  ragihand ku ti peywendiya sazî û dezgeheke wê bi teqîna Stanbolê re nîne. Ofîsa Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de bo raya giştî ragihand ku ew tekez dikin ti peywendiya sazî û dezgeheke wan bi teqîna Stanbolê re nîne.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights