Ana SayfaGIŞTÎKKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir

KKP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek serdana Malbata Şenyaşar kir û got: “Dengê dayika Emîne gihîşt hemû dinyayê. Lê belê negîhişt Edliyeya Rihayê.” 

Beriya hilbijartina 24’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kirin û sê ferdên malbatê kuştin. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ji bo di dozê de edalet pêk were ji 9’ê Adara 2021’an ve li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê pêk tînin. Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 343’yemîn de li ber edliyê berdewam dike. 

Emîne û Ferît Şenyaşar ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û nobeda îro li hewşa edliyê li dar xistin. Serokê Giştî yê Partiya Komuist a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek, Parlamenterê HDP’ê Nusrettîn Maçîn û rêveberên HDP2ê serdana malbatê kirin. Piştî serdanê Çîfyurek li ber edliyeyê axivî û got: “Dayikek, malbetek bi mehan e nobeda edaletê digire. Em berxwedana wan silav dikin. Berxwedana wan berxwedana gelê me ye.” 

‘GUH BIDIN DENGÊ MALBATÊ’ 

Çîftyurek anî ziman ku ew qetlîama li dijî Malbata Şenyaşar carek din şermezar dikin û wiha axivî: “Nobeda malbatê mehek din salek li pey xwe dihêle. Em piştgiriya malbatê dikin. Em wan kesên ku çav û guhên xwe li hember qetlîamê girtine jî şermezar dikin. Qêrîna dayika Emîne salek e li berf û zivistanê guhder nekir û didome. Dengê dayika Emîne gihîşt hemû dinyayê. Lê belê Edliyeya Rihayê dengê wê nebihîst. Em bang li rayedarên edliyeyê dikin; guh bidin dengê malbata Şenyaşar.” 

GAZÎ HIKÛMETÊ KIR 

Çîftyurek anî ziman ku êşa malbatê wek êşa xwe dibînin û got: “Ev êşa gelê me ye. Em bang li her kesî dikin; guh bidin daxwaza dayika Emîne. Em ji walî û dadger re dibêjin, tavilê van dosyeyan vekin. Em gazî hikûmetê dikin, guh bidin malbatên li Stenbolê, Wanê, Amedê û Rihayê edaletê dixwazin. We digot, ‘di navbera hêsirên dayikan de ferq nîne’. Lê belê hûn ferq dixin navbera hêsirên dayikan. Ev gotina we ne rast e.” 

Çîftyurek banga piştgiriya ji bo malbatê kir. Pişt re Ferît Şenyaşar tiştên ku hatine serê wan ji heyetê re vegot. Kêliyek endamên heyetê li cem malbatê rûniştin û pişt re ji ber edliyeyê veqtiyan. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights